CivakRojev

Çekdarên PKKê xwe ji cihên niştecî lê hene didin aliyekî

Rewşa şingalê hêja ne diyare ka dê çewebe.Ji metirsiya şerê navbera hêzên Iraqî û çekdarên PKKê nêzikî 10 hezar kes cardin ji deverên ku metirsiya şer lê heye koçber bûne û çûne kampên Dihok û Zaxo.

Li gora hinek agahdariyên ji deverê têne, herî dawî berpirsên artêşa Iraqê li gel akilmendên herêmê û YBŞê civiyane û li hevhatinek li gel YBŞê hatiye kirin. Li gora vê hevhatinê çekdarên YBŞê bajar, bajarok û gundan de namînin û deverên ku niştecî lê hebin nabe bingehên YBŞê lê bimînin.

YBŞ jî ev yek qebûl kiriye. Lê pirsgirêk ne ev bi xwe ye. Her demî mercên ku rewş xirabtir bibe heye .Wek tê zanîn YBŞe beşek ji Heşda Şeibiye û Heşda Şeibî jî beşek e ji artêşa Iraqê ye. Hemû çek ên YBŞê bi rêya Heşda Şeibî ji aliyê artêşa Iraqê ve têne dayîn.

Welê dixweyê ev yek û rûdanên rûdidin wek leyiztikiye.

Back to top button