Civak

Çekdarên PKKê pêşmergeyek birîndar kirin û revandin

Çekdarên PKKê li devera Çiladiza pêşmergeyek birîndar kirin û ew pêşmerge li gel xwe birin.

Birayê Pêşmerge Şukrî Elî ew nûçe ji medyayê re piştrast kiriye û gotiye ku, çekdarên PKKê birayê wî Pêşmerge Şekîb Elî bi guleya Klaşînkovê birîndar kir û piştre jî ew revandin.

Da zanîn jî, birayê wî bi armanca melevanîkirinê li ava geliyê Balind serdana wê navçê kiribû û li gundê Koçkisîte jî çekdarên PKKê êrîşî wî kir û ew bi birîndarî pişre jî revandin.

Li gor zanyariyên K24ê, bi armanca anîna Pêşmerge Şekîb Elî, malbata wî serdana binkeyên PKKê kirin, lê berpirsên PKKê red kirin ku wî azad bikin û ji wan re gotin ku ew birîndar e û heta lêkolînê bi wî re nekin, wî azad nakin.

Pêşmerge Şekîb Elî 38 salî ye û xwedî 4 zarokan e û wek pasewan li Konsolxaneya Giştî ya Bulgaryayê li Hewlêrê erkê xwe yê Pêşmergetiyê dike.

Back to top button