CivakRojev

Çekdarên PKKê bi hezaran mîn(mayin) li çiyayê Şingalê danîne!

Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, çekdarên PKKê li ser çiyayê Şingalê û gelek cihên din li devera Şingalê mîn danîne û ew mîn jî bi xelkê de diteqin.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Mam Qewal ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê gelek mîn li ser çiyayê Şingalê danîne. Ew mîn bi xelkê sivîl de diteqin.

Mam Qewal her wiha got, ne tenê li çiyayê Şingalê, li gelek cihên din yên Şingalê jî mîn danîne. Ev jî bûye metirsiyek din li ser jiyana xelkê.

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin, Heşda Şeibî jî piştevaniya PKKê dike û got, PKK bûye sebeba wê ku artêşa Iraqê hêzên xwe li Şingalê zêdetir bike. Lê ew tişta ku li Şingalê diqewime, senaryo ye di navbera PKK û Heşda Şeibî de. Ji ber ku Heşda Şeibî nahêle artêşa Iraqê PKKê ji Şingalê derxîne.

Bi gotina wî fermandeyê Pêşmerge, çekdarên PKKê çiyayê Şingalê kirine serbazgeh û ji wir dernakevin. Xwe bo şer amade dikin.

Back to top button