Civak

Çekdarên hikûmetê derbasî hin gundên Kobaniyê bûn

Çekdarên bi ser hikûmeta Sûriyê ve derbasî hin gundên Herêma Kobaniyê bûn.

Jêderên Welat TV da zanîn ku grûpên bi ser hikûmetê ve derbasî gundên Tozinc, Bîra Kur, Toqlî, Çortanek, Bîra Avdo, Çixur û hejmarek gundên din ên Kobaniyê li Başûrê rêya M4 bûn.

Jêderan diyar kir ku ew hêz bi 100 otombîl û alavên leşkerî derbas bûn û hîn hêzên din jî tên.

Ew gundên ketine bin kontirola hikûmetê de li Başûrê Rojhilatê Herêma Kobaniyê ne û piştî wan gundan êdî deverên Erebî yên bi ser parêzgeha Reqayê ve ne.

Li gorî wan jêderan hin xelkên wan gundan derbiderî deverên Bakurê M4 bûne lê piraniya xelkê li malên xwe mane.

Back to top button