CîhanRojev

Çekdarên heşda Şeibî naxwazin ji nava Bexdayê derkevin!

Hukumeta Bexdayê hewl dide ku çekdarên Heşda Şeibî ji nava Bexdayê bide aliyekî. Lê Heşda Şeibî vê yekê qebûl nakê.

Taybetî Îran naxwaze çekdar ji nava Bexdayê derkevin. Parlementerên Heşda şeibî di parlementoya Iraqê de li dijê vê yekê derdikevin.

Hejmarek parlementerên ereb ê di lîjneya asayiş û bergiriya parlementoya Iraqê de de îro di kongreyeke rojnemevanî de merc danîn pêş Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo derketina Heşdî Şabî ji nava navenda bajaran.

Parlementerê Iraqê Mihemed Reza di kongreya rojnemevanî de aşkere kir Heşdî Şabî nikare ji nava bajaran derkeve û ew hêza Wezareta Navxwe tuneye asayîşê li nava bajaran pêk bîne.

Herwiha Mihemed Reza tekez jî kir ew weke lîjne çavdêriya hengawên Mistefa Kazimî dikin û nabe Heşdî Şabî ji nava bajaran derkevin.

Back to top button