PolîtîkRojev

ENKS vê kiryar teroristî bi tundî şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê bi tundî şermezar dike û radigihîne, ev êrîş di demekê de tê, Hikûmeta Federalî hewl dide hemû pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike û kar ji bo vegera koçberên kurd ên êzidî li ser mal û milêkên li Şingalê dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê ragihand, roja 17ê Cotmehê endamên ser bi Heşda Şeibî ve êrîşî ser baregah Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê kirin û ala Kurdistanê şewitandin. Ev pêngav jî di çarçoveya nefret û kîna li dijî gelê Kurdistanê de tê.

ENKS diyar dike “Ev êrîş di demekê de tê, Hikûmeta Federalî hewl dide hemû pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike. Herwiha kar dike ji bo koçberên kurd ên êzidî vegerin ser mal û milêkên li Şingalê û hemû grûpên çekdar ji Şingalê derbixe û îdareya wê radestî xelkê wê bike.”

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em wek ENKSê vê kiryar teroristî bi tundî şermezar dikin û piştevaniyê li kedên hikûmtê dikin ku êrîşkeran siza bidin.”

Li dawiyê ENKS radgihîne: “Em bawer in ku ev kiryar, rê li ber hikûmeta Iraqê nagire ku di proseya xwe çaksaziyê de berdewam be û hemû pirsgirêkan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çareser bike.”

Back to top button