Polisan xwest Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê Ala Kurdistanê ji avahiya Komeleyê bînin xwar.
Lê Ciwanan ev daxwaziya polisan neanîn cih. Di vê derbarê de berpirsek ji yê Komeleyê Roger Çaxer bi zimanek zelal ev daxuyanî da û ev yek bû bersiva polisan.
Roger Çaxer: Ji berî niha xwestin tabeleya me binin xwar serneketin. Belgeyên me yên komeleyê ji bo navê Kurdistanê erê nekirin da ku çalakiyên me bisekinînin serneketin.
Niha jî dixwazin Ala Kurdistanê binin xwar dê cardin sernekevin. Me ne ji xwe de gotiye em li ser rîbaza Mustafa Barzanîne.
Ew Ala ku Qazî Mihemed spartî Barzanî em nadin destê dagirkeran..
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Ala Rêngîn
Bijî Tevgera Ciwanên Kurdistanê