Polîtîk

Borsa û deriyên sinor

Konseya aboriya herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 17.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokê konseyê de civiya.

Di civînê de pirsa awayê împort û eksport li deriyên sînorî, gumrik û yekxistina tarîfeyê û bilindkirina sewîyeya karmend û kadiroyên saziyên di vî warî de kar dikin hatin gotûbêj kirin. Civînê tekîd li ser zêdetir hevahengiya digel Bexdayê kir, bi tyabetî ku, Îraq endama gelek rêxistinên navdewletî ye yên taybet bi wan waran û berdewam kurs û dewreyên taybet bi wan waran ji bo karmendan tên vekirin û dikare herêma Kurdistanê jî fêdey ji wan îmkanan werbigire.

Ji bona berfirehbûna aqarê bazirganiyê, civînê tekîd li ser berfirehkirina deriyên sînorî û bi tybaetî berfirehkirina deriyê Îbrahîm Xelêl û damezrandina sîstemeke elektironî ji bona pêdana îcazeya împort û eksport û bihevregirêdana hemû xalên sînorî bi rêya wê sîstema elektironî kir.

Pêngavên dawiyê yên avakirina borsayê li Hewlêrê di civînê de hatin nirxandin û piştî pirojeya pêşniyarkirî ji bo avakirina borsayê di civînê de hatiye minaqeşekirin, daxwaz hat kirin ku, aliyên peywendîdar bi alîkariya şareza û pisporên biyanî peykerê (struktura) îdarî û karên wê pirojeyê bi awayekî bên serast kirin ku, digel serdem û pîvanên cîhanî û realîteya îroya herêma Kurdistanê minasib be.

 

Back to top button