Fermandarê Mîhwera Pênc a Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge Nûrî Hemeelî ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêrên êvarî li herêma Pirdê hejmareke mûşek arasteyî sengerên Pêşmerge hatin kirin û diyar kir ku ti ziyaneke wê êrişa bi mûşekan nebûye. Dije Terora Kurdistanê jî daxuyanî da.

Nûrî Hemeelî ji Rûdawê re eşkere kir îro, sengerên Hêzên Pêşmerge rastî êrişa bi mûşekan hatin, lê wan êrişan ti ziyanek nebûye.

Fermandarê Mîhwera Pênc a Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, ragihand, ji pişt kela li nav Pirdê ew mûşek hatine teqandin û arasteyî sengerên Pêşmerge hatine kirin.

Daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê

Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “8 mûşek li nêzikî Mîhwera 5 a Kerkûkê ketine xwarê û ti ziyana maddî û canî nebûye.”

Ev ne yekem êriş e û berî niha jî sengerên Pêşmerge yên li wê herêmê bûbûn armanca êrişan.

Fermandarê Mîhwera Pênc a Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge Nûrî Hemeelî, roja 07/12/2021, ji Rûdawê re ragihandibû ku li Pirdê hejmareke katyoşa arasteyî sengerên Pêşmerge hatine kirin.

Fermandarê Lîwaya 10 a Piyade ya Hêzên Pêşmerge Bapîr Şêx Wesanî, derbarê wan êrişan de ji Rûdawê re ragihandibû, du ji wan mûşekan li nêzikî baregeha wan ketin xwarê, lê ti ziyanek nebû.

Navçeya Pirdê ser bi bajarê Kerkûkê ve ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: