Cîhan

Cara duyem hewla kuştina Trump !

Doh danê nîvro li derdora qada golfê ya Donald Trump, Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berbijarê Komarî yê serokomariyê di hilbijartinên bê de, li Florîdayê dengê çekan hat bihîstin. Piştî bûyerê Servîsa Veşartî ya Amerîkayê ragihand ku Trump sax e.

Di daxuyaniya ekîba kampanyaya Donald Trump de hat destnîşankirin ku îro piştî nîvro li nêzî West Palm Beach a Floridayê ku Trump lê dima, dengê çekan hat.

Di daxuyaniyê de, rêveberê ragihandinê yê kampanyayê Steven Cheung got, “Piştî ku dengê guleyan li derdorê hat bihîstin, Serok Trump sax e. “Heya niha tu hûrguliyên din tune.” zanîna xwe par ve kir.

Serokê Amerîka Biden derbarê bûyerê de agahdar bû
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harrîs der heqê bûyera ewlehiyê ya li Qûrsa Golfê ya Navneteweyî ya Trump a ku Trump lê golfê lê lîstiye de hatine agahdarkirin û piştî wan zanî ku Trump selamete ew rihet bûne. Ewê ji bo wergitina agahiyûn rêkûpêk li ser pirsû bisekinin.

Back to top button