Çar salên din jî Talebanî serokomar e
Di destpêka preskonferensê de serok Barzanî li hember pêgîrbûna wan li ser pêşdestiya wî spasiya hemû serkirdeyên siyasiyên Iraqê kir û got: ”Hevhatina dawî ya di navbera fraksiyonên siyasî de ji bo yekalîkirina her sê postên seroke; serokomar, serkwezîr û serokê parlamentoyê destkefteke mezine ji bo hemû gelên Iraqê.”
Her wiha li hember erk û hewlên wî di çarçoveya pêşdestiya serokê herêma Kurdistanê de ji bo li hevdûnêzîkkirina aliyên siyasiyên Iraqê, pesna rol û hewlên Roj Nurî Şaweys serokê şanda danustandkara fraksiyona Kurdistanî kir.
Her wiha serok Barzanî ragihand ku îro dê parlamentoya Îraqê rûniştina xwe saz bike û têde her sê postên serokatiyê serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê dê bêne yekalîkirin û piştre jî hikûmet dê bête damezrandin ku hemû pêkhatên Iraqê li xwe bigre û divê hikûmeta nû, hikûmeteke karguzarî be.
Her wiha serok Barzanî tekez kir ku xelkê Kurdistanê hertim bi xem û azarên xelkê Iraqê re bûne.