CivakRojev

Çar roj qedexeye derketina derve hate ragihandin

Li Tirkye û bakurê Kurdistanê di çerçova tedbîrên li himber nexweşîya Koronayê berfirehtir bûn. Duh piştî civîna hukumeta Tirkiye serokkomar Tayib Erdogan civînek a çapemeniyê li darxist û berfirehî behsa biryarên hukumetê kir.

Wek tê zanin eve du heftine dawiya heftiyê,yanî ji roja înê demjimêr ji 21.00 heta roja duşembê demjimêr 0.05 qedexeye. Wek din kesên 65 salî û zêdetir tenê rojane demjimêr 10.00ê sibehê heta demjimêr 13.00ê dikarin derkevin derve. Niha jî Erdogan da xûyakirin ku dê sersalê 4 rojan qedexeye derketina dervê çêbibe. Ji roja 31.12 2020ê demjimêr 21.00ê heta roja 04.01.2021ê demjimêr 0.05ê derketina derve qedexeye.

Back to top button