PolîtîkRojev

Barzanî û Rayburn hevdîtinek telefonî pêkanîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 14ê Kanûna 2020an ligel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Joel D. Rayburn peywediyeke telefonî pêk anî û di wê peywendiya telefonî de pêşhateyên li Sûriyê û herêmê gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke wê peywendiyê de herdu aliyan behs guhertinên rewşa Sûriyê kirin û herdu aliyan ji bo pêşvebirina azadî û piralîbûna siyasî û hevparbûnê tekezî li girîngiya hebûna gotûbêjên aştiyane di navbera aliyên Kurdî yên Sûriyê de kirin.

Barzanî û Rayburn di wê yekê de hevnêrîn bûn ku rêxistin DAIŞê hêj ji bo navçeyê gefeke cidî ye.

Mesrûr Barzanî amaje bi êrîşa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmerge li devera Amêdiyê kir û bi tundî ew êrîş şermezar kir.

Serokweîzrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di van demê dawiyê de 3 Pêşmerge û karmendekî asayîşê, bi destê gerîlayên PKKê şehîd bûn.

Barzanî herwiha hişyarî da ku “êrîşên PKKê û hewldanên wan ên destwerdan û ketina nav xwepêşandanên aştiyane yên welatiyên Herêma Kurdistanê, gef e bo aramiya herêmê.”

Di heman demê de Barzanî anî ziman ku divê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bin hejmûna PKKê derkeve û nabe êdî rê were dayîn ku PKK sûdê ji wan alîkariyan werbigre ku pêşkêşî HSDê têne kirin.

Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketiye û teqe hatiye kirin.

Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest daye.

Zêdetirî mehekê ye li çend navçeyên sînorê Duhokê, Hêzên Pêşmerge li çend cihên nû hatine bicihkirin û ji ber liv û tevgerên Hêzên Pêşmerge û danîna xalên nû, di navbera Pêşmerge û PKKê de alozî derketiye.

Berî mehekê jî li bajarokê Çemankê yê ser bi Amêdiyê ve, di encama êrîşeke PKKê de pêşmergeyek şehîd bibû û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Back to top button