Polîtîk

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê bi dawî bû

Çalakiya Greva Birçîbûnê ya li Strasbourgê bi dawî bû

15 Çalakvanan, bi daxuyaniya bi çapemeniyê re biryara bidawîkirina greva birçîbûnê eşkere kirin. 

Li Strasbourgê, pêş Parlementoya Ewropayê (PE), 52 roj bûn ku di nav de 5 jin jî hebûn, 15 çalakvanan ji bo ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe, dest bi çalakiyê kiribûn. Ji çapemeniyê re diyar kir ku çalakî gihîştiye armanca xwe û hişmendiyek him li ser saziyên Ewrupa wek CPT û PE’yê, him jî li ser gel berdaye. 

Çend rojan berê, PE’yê jî banga çalakvanan kiribû ku çalakiyê biqedînin. Dîsa doh jî KCKê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, çalakî gihhiştiye armancê. 

Çalakiya Strasbourgê a greva birçîbûnê ketibû 52. rojê û her roj rewşa çalakvanan ber bi xirabiyê ve diçû. 

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de parlementerên ewropî û dostên kurdan ên biyanî jî peyamên piştgirîyê dan. 

 

 

Back to top button