Polîtîk

Barzanî 114saliya rojnamevaniya kurdî pîroz kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi  minasebeta 114saliya rojnamveniya kurdî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû rojnamevanên kurdistanê dike û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta salvegera 114 saliya derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan ku, li Qahîreya paytexta Misirê ji aliyê Mîqdad Midhat Bedirxan ve li 22ê nîsana 1898 da hate derxistin, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim. 

Hêvîdarim salvegera rojnamevaniya kurdî bibe handerek ji bo wê yekê ku, rojnamevan di keşûhewayê azadiya rojnamevaniya îro li Kurdistanê heye de,  bi azadî û rastgoyî rûdaw û guhertinan bişopînin, pîşeyiyane nûçe û zanyariyan veguhezin, karwanê rojnamevaniya kurdî zêdetir berev pêşve bibin û herdem jî hêvênê aramiya siyasî û civakî bin ku, yek ji wan armancên herî girining in, yên ku ji bo pêkanîna wan bi berdewamî kar dikîn. 

Ew pêşketin û geşbûna îro ya rojnamevaniya kurdî her wiha hêsanî bidestnehatiye, belku berhema xebata gelê me û rojnamevanan bi xwe ye ku çi li dema şoreşên gelê me de ku çendîn rojnamevan û xwedî qelem di wê xebatê da li nav rêzên Pêşmerge da bûn û ji bona azadiya peyvê şehîd bûn, çi li dema xebata medeniya îro da ku niha jî berdewame û rojnamevan jî têda weku desthilata çarem rolekî gelek girîng dibînin.

Bila em hemû di bin sîbera aştî, azadî û demokradiyê da dirêjiyê bi geşkirin û berev pêşveçûna welatê xwe di hemû waran de bikin.

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

 

21.04.2012

Back to top button