Demîrtaş: Pirsgirêka Kurd a Tirkiyê ne bi Barzanî ne jî bi talabanî çareser nabe
Rojnamevanê rojnameya Akşamê Çîgdem Toker, hûrgilîyên hevdîtina heyeta BDPê û Serok Barzanî, kire mijara quncikê xwe.
Hevdîtina di navbera Serok Barzanî û heyeta BDPê, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Ahmet Tûrk de, li Enqerê, Otela Sheratonê pêk hatibû. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, bi rojnamevan Çîgdem Toker re axifî û diyar kir, Mesut Barzanî, pirsgirêka Kurd a Tirkiyê temsîl nake û fikr û îdiayeke wî a bi vî awayî jî tine. Pirsgirêka Kurdên Tirkiyê bi Barzanî û Talabanî çareser nabe.
Demîrtaş gotiye ku, “ Barzanî rêberekî girîng e lê ne rêberê pirsgirêka Kurdên Tirkiyê ye. Ew rola xwe,di hewldanên ku li herêmê pêk tên de dixwaze bi awakî erenî bi bandor bike.”
Çîgdem Tokerê îdia kir, Selahattîn Demîrtaş daxuyandiye ku Barzanî gotiye, “ez karim di rêbazên aştîyane de rola xwe bilîzim.”