BDPê nûçeyên mediya tirkî yên derbarê hevdîtina bi Barzanî re derew derxistin
Daxuyaniyên hevserokê me yê giştî Demîrtaş ên debbarê birêz Barzanî ya di rojnameya Radikalê de hate weşandin, di roportaja hevserokê me yê giştî birêz Selahattin Demirtaş a bi nûnerê rojnameya Radîkalê yê Enqereyê Deniz Zeyrek ku di 17ê nîsana 2012an de li Meclîsê kiribû de hene.
Di pirsên ji Demîrtaş hatin kirin de li ser pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê nirxandin hatin kirin. Di heman roportajê de pirsa li ser rola serokê Herêma Federal a Kurdistanê birêz Mesud Barzanî ya li ser pirsgirêka kurd jî hate pirsîn. Hevserokê me yê giştî birêz Demîrtaş, got ku Tirkiye dixwaze di ser birêz Barzanî re polîkîkayan bimeşîne û ev polîtîka bi xwe re çareseriyê nînin. Birêz Demîrtaş diyar kiribû ku birêz Barzanî rêberekî girîng e. Gotibû pirsgirêka kurd û bêçekbûn mijarên pêvajoyên wan ji hev cûda ne. Ev mijar dê ji aliyê aktorên berpirsiyarê esil ve bên çareserkirin.
Daxuyaniya birêz hevserokê me di 18ê nîsana 2012an de bi îmzeya Deniz Zeyrek di rojnameya Radikalê de hat weşandin. Di nûçeyê de tu mijara ku birez Barzanî wekî hedef hatiye nîşandan tune. Tu helwestek bi vî rengî jî tune. Bi şirove û spekulasyonan mijar hatiye guhertin.
Di nûçeya rojnameya Radikalê de wiha hatiye nivîsandin:
“Demîrtaş, destnîşan kir ku Barzanî yê roja Pêncşemê xwe amade dike bê Tirkiyeyê, ji aliyê Tirkiye û DYA’yê ve tê xwestin ku wekî “Rêberê evahî yê Kurdan” bê nîşandan û wih got: “Dixwazin di ser Barzani re bi hemû kurdan re têkevin têkiliyê. Barzanî siyasetmedarekî baş e. Rêberekî herêmî ye. Kurd li hemberî Talabanî û Ocalan heman hestî nişan didin. Lê dixwazin yekî derxin pêş û bikin alternatif. Di ser wî re pirsgirêkê çareser bikin. Lê ji bo kurdan li hemberî wê tiştek tune. Barzanî li ser PKKê xwedî îknayê ye. Lê ger ku hikûmeta Tirkiyeyê têkeve nava pêvajoya çareseriyê ev pêkan e. Barzanî ne wekî Ocalan li ser PKKê xwedî hêz e. Hêza wî wekî ya Ocalan ferman bide û bi rêve bibe tune.”
Demîrtaş, anî ziman ku Barzanî dixwaze pêşengiyê bike û Tirkiye jî piştgiriyê dide vê yekê. Demîrtaş, da zanîn ku Konferansa Kurdan ne ji bo bi PKKê çekan bidin berdan û wiha got: “Barzanî dê baldar be. Dê barê ku PKK çekan berde nede ser xwe. Konferans jî rokel wisa nade ser xwe. Ger ku Tirkiye di aliyê çareseriyê de bawerî û taahhutê nede ser xwe wê demê dê Barzani, li hemberî kurdan nekeve rewşa ku rûmeta kurdan kêm bike. Ji ber vê yekê dê konferans li gorî daxwaza Tirkiyeyê pêş nekeve. Barzanî, dê li dijî berjewendiyên kurdan tev negere.”
Navenda Çapemeniya BDPê.
BDP Nûçeyên rojnameyên tirk ên wekî Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê yên derbarê hevdîtina bi serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re derew derxistin.
Hevdîtina bi Barzanî re
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên li Enqereyê de bi şandeya BDP-KCDê re hevdîtin pêk anî. Di xwarina li Sheraton Otelê de hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hevserokê KCDê Ahmet Turk amade bûn. Demîrtaş derbarê hevdîtinê de agahî da.
Nivîskar Çîgdem Toker di rojnameya Akşamê de agahiyên derbarê hevdîtina Barzanî û BDPê de nivîsand. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş ji Tokerê re axivî û diyar kir ku Barzanî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê temsîl nake û jixwe tu nêrîn û ramanên wî jî yên bi vî awayî tune ne. Demîrtaş derbarê daxwaza hikûmetê ya ji bo çekdanîna PKKê de jî diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de behsa vê mijarê nekirine û got: “Li gorî min fam kir, di rojeva hikûmetê de jî tiştek wiha tune ye.” Demîrtaş diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de giranî da ser serdana Barzanî ya li Amerîkayê, pirsgirêkên Sûriye û Iraqê.
Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hin derdor diyar dikin ku dê pirsgirêka kurd bi riya Barzanî bê çareserkirin, û got jî ku, dixwazin nîşan bidin ku dê pirsgirêk bi rêya Barzanî çareser bibe û got; “Ne Barzanî nûnertiya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê dike û tu nêrîn û ramanek wî ya bi vî awayî tune ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêya Barzanî û Talabanî çareser nabe.”Demîrtaş destnîşan kir ku her çendî Barzanî rêberek girîng be jî, lê ne rêberê pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê ye û got; “Ew bi xwe jî dixwaze feydeyek bide hewldanên erênî yên li herêmê û rola xwe bi xwe wiha pênase dike.”Demîrtaş bersiv da pirsa “Ew rol çi ye” û got ku Barzanî gotiye “Ez dikarim ji bo rêbazên çareseriyeke aşitiyane rol werbigirim.”
NÛÇEYÊN ASPARAGAS
Navenda Giştî ya BDPê li ser nûçeyên di rojnameyên Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê yên derheqê hevdîtina BDP û Barzanî de daxuyaniyek da û ew nûçe derew dirxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di hejmara rojnameyên Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê de li ser hevdîtina hevserokê giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş û serokê Herêma Federal a Kurdistanê nûçe weşandine. Di nûçeyên ku bi sernivîsên wekî; “Ez ji ber daxuyaniya we xemgîn bûm”, “Hûn daxuyaniyên ne dicih de dikin”, “Ji kiryarên AKPê bi biryar bin” de tê gotin ku Barzanî bi zimaneke tund bi ser Demîrtaş de çûye. Ev nûçe nerast in û bê bingehin. Di hevdîtina bi Barzanî re mijarên herêmî û pirsgirêka kurd hatin nirxandin. Mijarên ku di nûçeyan de derbas dibin di hevdîtinê de nehatin rojevê. “ENQERE