Polîtîk

Caggins: “Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Iraqê dimîne

Armanca me pêkanîna hevpeymanî û hevkariya Pêşmerge û hêzên Iraqiyane

Myles Caggins Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ragihand yek ji armancên hevpeymaniya navdewletî ewe ku pêkanîna hevpeymanî û hevkariya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqiyane ji bo rûbirûbûna paşmayên Da’îşê çendîn care berpirsên Iraqê jî daxwaza wê hemahengiyê kirine

Di derbarê ji Iraqê mayîn yan çûna derveya Amerîka û paşaroja Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins dibêje: “Hevpeymanî tenê Amerîka têda nîne, belku çendîn welatên din jî têda heye û li Iraqê jî dimînîn”.

Her wiha Myles Caggins got: “Sala 2014 Hevpeymaniya Navdewletî bingeyekê li Hewlêr û li Bexda jî hebû. Li Hewlêrê ve guftûgo û hemahengiyê li gel Pêşmerge dihate kirin û li Bexda jî li gel Hêzên Iraqiyan. Pêkve Pêşmerge û dijî terora Iraqê Bendava Mûsilê kontrol kirine. Pêşmerge çendîn operasyonên dinên hevbeş li gel hêzên hikumeta federal encamdane û xelkê ji destê terorîstên Da’îş rizgar kirine. Hebûna van cûre hemahengî û hevkariyên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqiyan yek ji armancên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îşe. Heftiya derbasbûyî jî me ji berpirsên Iraqê bihîst ku bi eşkere goton em dixwazin hemangiya li navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqiyan da hebê”.

Myles Caggins got: “Hevpeymaniya navdewletî li ser bangewazî û daxwaza hikumeta Iraqê dimîne, ji bo rûbirûbûna û ji navbirina yek carekiya Da’îş hevkariya Pêşmerge û Zêrevanî û Artêşa Iraqê û hemû hêzên emniyan dike”.

Her wiha Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand: “Li ser daxwaza Wezareta Pêşmerge û Hêzên Iraqiyan, rahênan ji ber sedema metirsiya Koronayê hatin rawestandin. Niha ji bo destpêkirina wan guftûgoyê dikîn”.

Back to top button