Daxwazê ji mamostayên olî dikîn xwe têkilî pirsên siyasî û zanistî da nekin

Serokê Yekîtiya Zanayan: Daxwazê ji mamostayên olî dikîn xwe têkilî pirsên siyasî û zanistî da nekin

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî daxwazê ji Mamostayên Olî dike xwe têkilî pirsên derveyê olî da nekin û bi berevajiya wê jî wê rêkarên yasayî li hemberî wan kesan bêne girtin.

Mela Abdulla Seîd Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ragihandiye ”Mamostayên olî hatîne agahdarkirin xwe dûr bigrin ji pirsên siyasî û zanistî û dîrokî, belku eve karê kesên pîspore û tenê di çarçoveyê olî da mamostayên olî dikarin nêrîna xwe diyar bikin.

Mela Abdula Seîd her wiha got: ”Her mamostayekê beşdar bê di navbirinê da eve ji aliyê Daxwazkarê Giştî û Dadgehê ve wê lêpirsîn li gel wan kesan da were kirin û heta niha jî çendîn mamostayên olî çûne dadgehê û çendîn kes ji wan hatîne sizadan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: