Li Swêd ji bo parastina vîrûsa Corona ji hemû welatên cîhanê cuda tedbîr girtin. Li Swêd gelek kes bi vî şupê ketin û 3.220 kesî jiyana xwe ji dest da. Yên ku jiyana xwe ji dest dayîn piranî pîr bûn û ew di malên pîrada diman. Ji miriyan % 90 pîrbûn temenê wan ji 70ê û jûrvetir bûn. Hukumeta Swêd ji 31ê Adarê çûyîn hatin û serdana malên pîra qedexe kir.

Gelek welatan rexne li helwesta Swêd girtin. Lê hêja ne diyare gelo ka rêya Swêd dayî ber xwe raste yan na. Dixweyê ev yek piştî têkçûna vîrûsa Corona  bi temamî dê behtir bête fam kirin.

Wezîra Tenduristî û Ewlehiya Civakî Lena Hallengren di daxûyaniyekî de got ku, me nekarî em pîrên xwe biparêzin. Ev yek kêmasiyek gelek mezine.Divê em tecrûbeyan ji vê yekê bistînin, Pandemî hêja xilas nebûye.

Herweha ji bo vê pêvajoyê li devera Stockholmê dozeran ji bo ihmila malên pîra lêkolînek destpê kirine.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: