Nivîsar

Bûyera Entabe dijê nirxên şerê azadiyê ye

Teqîna ku li Entabê pêkhatî di encam de 9 hevwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. 70 kes jî birîndar bûn.dinav kuştiyan de 4 zarok jî hene. Ev bûyer  piralî hate şermezarkirin.

Bûyera Entabê bûyerek xirab bû, dijê mirovatiyê bû. Her bûyera ku hevwelatîyên sivîl bike armanc bûyerek teroristiye û gelekî xirab e. Tu kes bi tu awayî nikare van bûyeran meşrû bibîne û pişgiriya vê xirabiya dijê mirovatiyê bike.

Dema bûyerek, çelakiyek pêkwerê ji berî her tiştekî dive ew bûyer bi sere xwe bête nirxandin. Gelo bûyerek başe yan xirab e, çelakiyek pêk were dive ji berî her tiştekî ew çelakî bi xwe bête şirove kirin, gelo feyde ye yan zerer e. Bê goman di nirxandin û şiroveyên bêne kirin de pîvan berjewendiyên netewî ne.

Lê mixabin li Tirkiye û Kurdistanê dema bûyerek pêktê  ji berî bûyerê kesên ku wêpêktînin berçav tê girtin û li gora wê şirove û nirxandin têne kirin. Dema mirov bi berçevkên îdeolojik pirsan binêre û dora xwe nebîne  piranî mirov nikare rastiyê bibîne û hertim bi çewtî li pirsan têdigihê.

Dema bûyera Entabê pêkhatî, piranî ev bûyer ji aliyê kurdan ve hate şermezar kirin. PKK-ê ragihand ku tu girêdana wan vê bûyerê re tuneye. Herweha berpirsên BDP-ê ev buyer bi tundî şermezar kirin.

Niha rayadarên dewleta Tirk bi israr dibêjin ku destê PKK-ê di nav vê bûyerê de heye. Ji hemiyê girîngtir gelo dema  bê kifşkirin ku PKK-ê ev kiriye dê helwesta BDP-ê çibe? Ji berku dema mirov bûyerekî şermezar bike kesên li pişta vê bûyerê jî têne şermezar kirin.

Dûyem sê hêz vekirî pişgiriya vê bûyerê dikin. Suriye, Îran û Iraq. Yanî ya herî giring ji bo pakijiya pirsa kurd  bi tu awayî mirov naxwaze ev îhala vê bûyera qirêj bimîne ser kurda. Ev şerê bi vî awayî qirêj nabê şerê destxistina mafên rewa yêmiletê kurd.

Ev şerê nakokiyên piranî mezhebî yê hinek welatên li Rojhilata Navîn e. Kurd teşeroniya vîşerî bikin dî sihê bêxin li ser pakijiya mafên rewa yê gelê kurd.

Ji bo vê yekê dive helwesta ku li himber vê bûyerê hatî danîn, berdewam be. Her rêxistin yan jî dezgeha ev bûyer kirî dive bê şermezarkirin.

Gelek giring e ku mirov bikaribe bêje, kî ev buyer kiribê em şermezar dikin ji ber ku bûyerek xirab e.

Dema tiştek li Tirkiye û Kurdistanê çêdibe gelek kesayet, siyasetmedar û taybetî hinek parlementer di cih de daxuyaniya didin û li her derî diaxivên. Lê di vê bûyerê de dengê wan derneket  xeribe.

23.08.2012
Dara Bilek

Back to top button