Nivîsar

Zimanê çapemeniya Tirkiyê zimanê nefretê ye

Li Tirkiyê di çend rojên dawiyê de, bûyerên ji hev cuda û yên ku mirovan dixîne nav xemgînî û bêhêviyê pêk hatin. Bûyerên ku li Şemzînanê qewimîn û herî dawî teqîna li Dîlokê a ku 9 can girtin û 66 hemwelatî jî birandar kirin, raxiste ber çavan ku, di rojên pêş me de, li çar aliyê Tirkiyê muhtemele ku bûyerên bi vî rengî biqewimin. Siyaseta ku her diçe ber bi nijadperestiyê ve diçe jî xuyaye ku ê bilerizîne. Çimkî siyaseta ku niha li Tirkiyê tê meşandin, ne tenê hundirî welêt, di serî de cîran, derdorên welêt jî nerehet dike û wana jî, li hemberî Tirkiyê dike welatên ji Tirkiyê neqaîl. 

Li Tirkiyê çi televizyon dibin, çi rojname û kovar dibin û çi jî mirovên “pispor” yên derdikevîn pêşberî gel û aqil difiroşin dibin, çapemeniya ku wek “çapemeniya navendî” tê zanîn, zimanê wan zimanekî nefretê ye û bi taybet jî ku mijar dibe Kurd û Kurdistan, bi hev re wek koroyekê dengekî derdixînin û dest bi ajîtasyon û dezenformasyonê dikin.

Li navçeya Colemêrg li Şemzînanê, di encama mayîn teqînê de 2 leşkera jiyana xwe ji dest da. Li ser vê parlementerekî AKPyî derket û got, “di demeke kin de me ji wan (gerîla) 200 kes kuştin. Lazime em ji wan re nebêjin “mirin e” em bibêjin “geber bûne.”

Dîsa li Şemzînanê rêya heyeta parlementerên BDPê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate birîn. Li wira dîmenên ku derketine holê, yanê germbûna li hemberî hev a parlementerên BDPê û gel û gerîla, bi rojan di çapemeniya Tirkiyê a navendî de û li ser medya civakî, bi zimanekî rik û nefretê hate şîrovekirin. Her bûyer bi ew sûretan ve girêdan û şîroveyên sosret kirin.

Herî dawî li Dîlokê teqîna ku pêk hat, 9 can ku jê 4 zarok bûn, girt û 66 hemwelatî jî birîndar kir. Piştî bûyerê tavilê komên nijadperest êrîşa avahiyên bajarê Dîlokê kirin û şewitandin. Polîsan qet midaxeleta wan nekir û agirkujan jî ku avahî şewitî şûnda midaxeleya agir kir. Her çiqas PKKê got, “me nekiriye” jî, bi israr çapemeniyê û rayedarên Tirkiyê PKK nîşan dan. Dîsa di çapemeniyê de sûretên ku hatin bikaranîn, pirranî hevdu hembêzkirina gerîla û parlementerên BDPê bûn. Li ser ew sûretana li gorî meşrebên xwe her rojnameyekê manşet diavêt.

Doh jî di malpereke înternetê de jina ku bi gotinên sosret tê naskirin, nivîskara bi tesetur, di nivîseke xwe de heqaret li jinên BDPê kiriye û ji bo wan dibêje, “ji jinên BDPê ne pêkan e ku dayik derkevin, bibe nebe ji wan axayên xwînê derdikevin.” î di berdewamiya nivîsa xwe de çi hat,ye ber dêv gotiye.

Dema mirom bi çavekî dûr ji çapemeniya navendî a Tirkiyê dinêrî, dikevî nav tirs û xofê. Çimkî ev zimana ne zimanê biratî, aşîtî û aramiyê ye. Zimanê nefret û dijmantiyê ye.     

 

Back to top button