Polîtîk

Naveroka rêkeftinameya pêşmerge û leşkerê Îraqê

 

Ofîsa rewşenbîrî, ragehandin û hişiyariya netewî a ser bi wezareta pêşmerge a hikûmeta Kurdistanê, roja 21.08.2012ê,  li hember hatina leşkerê Îraqê bo devera Zumar a ser sînorê navbera herêma Kurdistan û Suriyeyê û loziyên navbera pêşmerge û leşkerê Îraqê ji raya giştî re dexuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de behsa rêkeftina navbera hêzên pêşmege û leşkerê Îraqê û ew xalên li ser lihevhatîn hatine diyar kirin.

Helgurd Hikmet rêvebirê ofîsa ragehandina wezareta pêşmerge dibêje:

Roja 27.07.2012ê rewşeke aloz û neasayî li devera Zumar ji sedema hatina leşkerê Îraqê bo wê deverê serîhilda û bû sedemê rûbirûbûna hêzên pêşmergeyê Kurdistanî bi hêzên leşkerê Îraqê re. Lê her ji destpêkê ve û ji bona ew rewş bê kontrol kirin, serokatiya siyasya herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê hewlên çareseriyê dan. 

 

Ofîsa rewşenbîrî, ragehandin û hişiyariya netewî a ser bi wezareta pêşmerge di daxuyaniya xwe de dibêje ku, bi amadebûna berprisên amerîkî komîteya bala a hevbesş a navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqê de ji bo çareserkirina rewşa aloza devera Zumarê civiyan û li ser van  niqteyên li jêr li hev kir.

1- Hêzên pêşmerge û leşkerê Îraqê li ser sînor dabeş dibin û her yek li ciyê xwe çeperên xwe çê dike.

2- Hemû rêyên rojavayê çemê Dicle ji hatin û çûyîna hevwelatiyan re bên azadkirin.

3- Nûnerê pêşmerge û zêrevanên sînor digel berprisên hêzên îraqî bi hev re serperiştiya karûbarên wê deverê bikin.

4- Niqteyeke kontrolê a hevbeş li gundê Mehmudiye (ew niqteya hêzên pêşmerge û leşkerê Îraqê tîne rûbirûyê hev) bê danan.

5- Di haletên pêwîst de dewriyên heveş ji bo kontrolkirina sînor (sînorê îraq û Suriyeyê) û çareserkirina pirsgirêkan derkevin û paşî vegerin ciyên xwe yên eslî. 

6- Komîteya bala a karê hevbeş digel fermandarên meydanî yên her du aliyan ji bo wergirtina zaniyariyan dicive.

7- Komîteya bala a hevbeş berprise ji hinartina zaniyariyan bo cenabê serok Barzanî û birêz serokwezîrê Îraqê.

8- Komîeta bala a hevbe bi zûtirîn dem digel komîteya wezarî (ji wezareta pêşmerge û wezareta bergiriya Îraqê pêk tê) bicive.

9- Komîteya bala a heveş serdana birêz cenabê serokê herêma Kurdistanê û birêz serokwezîrê dewleta Îraqê dikin.

10- Piştî rewşa aloza Suriyê bidawî tê, rewşa deverê dê bê nirxandin û hebûn û nebûna hêzên  leşerî li wê deverê dê bê minaqeşe kirin.

 

Ev rêkeftin roja 21.08.2012ê ji aliyê nûnerê wezareta pêşmerge û nûnerê wezareta bergirya Îraqê li Bexdayê hatiye îamza kirin û her di wê rojê de dest bi cîbicîkirinê wê hatiye kirin.

 

Back to top button