Cîhan

Opozisyona surî kurd û ereb li Hewlêrê dicivin

 

Nûnerê Partiya Çepa Demokrata Kurdî li Suriyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, opoziyona surî a erebî kurdî di destpêka meha bê de li Hewlêrê bicivin.

Şelal Gedo nûnerê Partiya Çepa Demokrata Kurdî ji Xendanê re got:

Opozisyona surî dê destpêka meha bê de li Hewlêrê bicivin. Civîn dê di navbera Desteya Blaya Kurdî (civata gel û civata niştimaniya kurdî) û meclisa niştimaniya surî be. 

Navborî got ku, di wê civînê de mijarên mîna; guhertinên li Suriyeyê diqewimin, mafê kurdal i rojavayê Kurdistanê, yekgirtina opozisyona surî û paşeroja Suriyeyê dê bên gotûbêj kirin.

Nûnerê Partiya Çepa Demokrata Kurdî li Suriyeyê got ku, yekgirtina opozisyona sûrî daxwazeke aktuel e û hemû dostên gelê surî û welatêm mezinên cîhanê û herêmî yên ku piştgiriya şoreşa gelên surî dikin, daxwaza yekgirtinê ji opozisyonê dikin.

 

Back to top button