Cîhan

Pirtûka Bîn Ladîn Amerîka tevlihev kir

 

Serokê El Qaîdeyê Usame Bîn Ladîn, 1ê Gulana 2011 an de, ji aliyê qomandoyên yekîneya taybet a Amerîkayê “Navy Seal” ve li Pakistanê li bajarê Abbottabadê li mala xwe hatibû kuştin. Di derbarê şêweya kuştina Bîn Ladîn û termê wî berdana okyanûsê de gellek spekulasyon hatin kirin. 

Ancax niha li Amerîkayê, ku ji hilbijartina serokdewletê Amerîkayê re 2 meh mane,  pirtûkeke ku ji aliyê leşkerekî di kuştina operasyona Bîn Ladîn de cih girtiye û yê ku herî dawî Bîn Ladîn zindî dîtiye, li Amerîkayê deng da û tevlihevkir. 

Leşkerê ku sala borî ji “Navy Sealê” malnîş bû, pirtûka bi navê “No Easy Day” nivîsandiye û wê ji aliyê weşanxana Duttonê ve, 11ê Îlonê derkeve Leşkerê ku pirtûk nivîsandiye, ji ber ewlehiya xwe navê xwe vedişêre û bi navê Mark Owen pirtûk dike derkeve. Tê diyar kirin ku, wî leşkerî

ji demên dawî yên Usame Bîn Ladîn re govanî kiriye û mirina wî dîtiye. Ji aliyê Pentagon û CIA’yê ve hatiye daxuyandin ku, haja wan ji pirtûkê tineye û ti kesan ew agahdar nekirine.

Weşanxaneya ku dike pirtûkê çap bike jî, daxuyanî daye çapemeniyê û îfade kiriye ku, di dîroka Amerîka a leşkerî de operasyona herî girîng a Bîn Ladîn, wê rastiya bûyerê ji devê leşkerê ku li wir bûye bigrin. 

Filma ku dike têketa vîzyonê a ku kuştina Usame Bîn Ladîn ji xwe re kiribû mijar jî, li ser bertekên Partiya Komarparêzan hatibû taloxkirin. Fîlm wê piştî hilbijartinan, di meha kanûnê de têkeve vîzyonê.  

      

 

Back to top button