Konferansa Îslamî a Kurdistanê wê were lidarxistin

Komisyona Baweriyê a KCDê, îro li avahiya KCDê civîneke çapemeniyê lidarxistin û îlan kirin ku, wana wê 8 û 9ê Cotmeha 2012 an de 1.Konferansa Îslamî a Kurdistanê lidarbixin. Gellek mele, Endamê Desteya Koordînasyona KCDê û parlementerê Muşê yê BDPê Demir Çelik û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Li ser navê komisyonê, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu axifî û diyar kir ku, li ser vê erdnîgara ku 4 olên semawî derketine, bi sed salan e ku pevçûn, dagirkerî, tevlihevî kêm nebûye. Bedirhanoglu, “Di heyama hevdu xeniqandin, fîtne û fesada ku herî zêde bû de, di heyama ku herî zêde dûra exlaq û tirsa Xwedê ketibûn de, Îslamiyet, bi destê resulê Xwedê Hz.Muhammed, edalet, hiquq, heq û rêkûpêkbûn li ser ev erdnîgariya qedîm hate avakirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Bedirhanoglu îfade kir ku, Kurd sêwiyên cîhana îslamêne û yên ku herî hindik minafiqî û riyakarî kirine ne. Ji ber ku dewleteke wan, desthilatdariyeke wan û berjewendiyeke dinyewî a Kurdên qedim tine ye, ji bo rizayê Xwedê û hezkirina pêxember ji îslamiyetê re xizmet kirine. Kurd careke din hewl didin ku vê erdnîgara Kurdistanê veguherînine pergaleke heq û hiquqê.
Şaredar Bedirhanoglu diyar kir ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên oldarên Kurdistanî wê 8 û 9ê Cotmehê 1.Konferansa Îslamî a Kurdistanê lidarbixînin.
Gazîkerên konferansê: Endamê Desteya Koordînasyona KCDê û parlementerê Muşê yê BDPê Demir Çelik, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu,
Endamê Meclîsa Daîmî a KCDê Altan Tan, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şêx M.Seyrî Can,
Şêx Yusuf Zumrut, Şêx Necmedîn Akar, Melle Zahît Çiftkuran, Melle Abdulbakî Tiryakî, Melle Mahmut Alpayci û Melle Hîkmet Seydaoglu.