Buldan xwe dixapîne û dibêje: Ezê ji dev siyasetê berdim

Pervî Bulda hevserokê HDPê ya berê, kesayeta yekem di heyeta hevdîtinan ku li gel Ocalan dihata kirin, posta navbera Qendîl û Ocalan ya dema pêvajoya kaşo aşitiyê de. Niha jî parlementera DEMê di kanalek a YouTube de da xûyakirin ku wê ji dev siyasetê berde.
Bulda dibêje:
Ev heyama min a dawî ya siyasetê ye. Piştî ku dema parlementeriya min bi dawî bû ez ê dev ji siyasetê berdim. Ez ê bi tu awayî ji tu quncik û quncikek siyasetê re derbas nebim.
Buldan, da zanîn ku dê têkoşîn ne tenê ji siyasetê pêk were û got ku ew ê têkoşîna xwe li qadên cuda bidomînin û wiha dewam kir.
Têkoşîn tiştekî cuda ye. Têkoşîn ne tenê endamtiya meclîsê ye. Aliyên cuda û qadên cuda yên têkoşînê hene. Em ê li cihekî bigirin. Helbet dev ji vê têkoşînê bernadin, lê di qada siyasî de ne li gorî me ye. Ji xeynî wê, di qadên cuda de gelek war hene.
Welê bûye hêdî mirov baweriyê bi gotinên siyasetmedarên di nava DEMê de taybetî yên di nava PKKê de rol leyîztîn nayne. Li bîra me be ji berî niha çend salan hevserokê HDPÊ yê berê Selahattin Demirtaş jê daxûyaniyek da û gotibû ; ezê ji dev siyaseta rêxistibê berdim. Lê nekarî. Ji berî çend rojekî fîgurê girîng di nava vê siyasetê de Ahmet Turk jê da xûyakirin ku , ewê ji dev siyasetê berde, lê piştê çend rojan cardin bû berbijêrê şeredariya Mêrdînê.
Siyasetmedarên di nava partiyên girêdayê PKKê ne azadin, ne xwedî îradene. Ew bi biryara Qendê dikarin bibin xwedî helwest. Tenê çepên tirk di va wan de dikarin biryara bidin û bibin xwedî helwest. Lê mixabin kurdên navdar di nava vê siyasetê de dîlê biryarên Qendilin. Ji bo vê jî tu nirxek goyina Perwîn Buldan tuneye.