Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel şandeke UNAMI û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dicive
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Rûdawê re ragihand ku, îro demjimêr 10:00ê sibê Serokatiya Herêma Kurdistanê dê ligel şandeke UNAMI û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bicive. Herwaha got: Rojeva civînê diyar kirina prosedurek bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ye.
Di civînê de dê serok û endamên encûmena komisyonan û serokatiya rêveberiya hilbijartinê amade bin.
Hîn ne diyar e kengî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê tên kirin. Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de ye û li benda biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya roja Çarşemê ya derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.
Dema tomarkirina biyometrîk a dengderan li Herêma Kurdistanê 10 rojên din hat dirêjkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dema nûkirina qeyda biyometrîk a dengdêran li Herêma Kurdistanê heta dawiya vê mehê dirêj kir.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Ghelayî îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, komîsyonê biryar daye ku tomara biyometrîk a dengderan li Herêma Kurdistanê heta dawiya îsal were nûkirin.
Cîgirê Rêveberê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (IHEC) ya Hewlêrê, Botan Şêrko, îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, heta niha ji sedî 80 heta ji sedî 85ê dengderên ku mafê dengdanê li Hewlêrê hene, ji aliyê biyometrîk ve hatine tomarkirin.
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja 1ê Sibatê biryar da ku dest bi tomarkirina wan kesên ku di sala 2006an de jidayik bûne û yên ku li Herêma Kurdistanê tomarên biyometrîk tomar nekirine, bike.
Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ya Şaxê Duhokê Xalid Ebas ji Rûdawê re got, “Em pêşniyar dikin ku dema dawî were dirêjkirin.”
Li gorî Ebas, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê wek hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê yên sala 2023an bin û got, parêzgeha Duhokê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê asta herî bilind a tomarkirina biyometrîk tomar kiriye.
Li gor amarên liqê Duhokê yê komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinên Îraqê, tomarkirina biyometrîk li parêzgeha Duhokê gihiştiye %82.
Kî dikare deng bide?
Tomarkirina dengdêran ya biyometrîk di nav xwe de kesên ku di sala 2006an de ji dayik bûne û hemwelatiyên ku berê navê xwe tomar nekirine digire nav xwe û ji bo tomarkirina biyometrîkê dikarin serdana navendên tomarkirinê bikin.
Pêvajo di 1’ê Sibata 2024’an de, bi muhleta 20’ê Sibatê dest pê kir. Kesê ku xwe qeyd dike divê xwediyê qerta neteweyî, an pênaseya statûya medenî û hemwelatîbûnê, pûlên xwarinê û belgeyên rûniştinê be.