Polîtîk
Budceya sala 2011ê hat pesind kirin
Hewlêr: Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de ku, din serokatiya Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê û bi amadebûna weîzrê darayî û wezîrê pilandananê bi rêve çû, projeyasaya budceya giştî ya herêma Kurdistanê ya sala 2011ê pesend kir.
Di rûniştina îro ya perlamentoya Kurdistanê de piştî çendîn civînan û minaqeşeyên gerim li ser reşnivîsa qanûna budceya herêma Kurdistanê ya sala 2011ê, Kemla Kerkûkî budce da dengdanê û bi 25 deng na û 68 deng belê hat qebûl kirin.
Budceya giştî ya herêma Kurdistanê 13 trîlyon û 940 mîlyar dînar e