Derbeya leşkerî li Sûriyê mimkine
Şareza û pisporên warê serbazî dibijin ku her ji destpêka destpêkirina xwepîşandanna li Sûriyê, leşkerê sûrî alîgirî û wefaya xwe ji bi Beşar Esedê serokê Sûriyeyê îlan kiriye, lê ew pispor û şareza wê yekê jê dibijên ku ne dûr e rojekê leşker pişta xwe bide rijêma Esed.
Şarezayên amerîkî dibêjin ku sebebê wefadarî û dilsoziya leşker bo desthiltan ewe ku ew kesên meqamên bilind hene hemû ser bi tayîfeya Elewî ne ku, ji %10ê xelkê sûrî pêktînin, yên din jî ji mezhebê sunî ne.
Andro Terel mamosteyê amademiya US Army li dor vê pirsê dibêje:
– Leşkerê sûrî li ser wê esasê hatiye avakirin daku ji bo rijêmê wefadar be, hêzên taybetên ser bi firqeya 4 û gardî komarî ku di jinavbirina xwepîşandnana de beşdar in, Mahir Esedê birayê Beşar Esed serokatiya wan dike ku, piraniya wan ser bi tayfeya Elewî ne.
Terel dibje:
– Tevî vê jî, leşker ji aliyê hêzên emin û îstîxbaratê ve tê çavdêrî kirin ku ew jî ji aliyî malbata Beşar Esedî ve tê birêve birin.
Li gor Terel, ew rola leşker li Misirî lîstî li Sûryê dubare nabe. Dibe hindek serbaz biçine rêzên xwepîşandanan û hevkariya wan bikin, lê ew jimara kêm dibe ku rastî firqeya 4 û gardî komarî bên. Terel dibêje ku piştî xebateke dûr û dirêj dikarin elewiyan bişkînin, lê ev yek bi şev û rojekê çê nabe û dibe jî ku şerê navxweyî serhilde.
Her li ser vê pirsê Emar Ebdulmecîd rêvebirê saziya Şoreş li Waşîngtonê, dibje:
– Eger Dewletên Yekgirtyên Amerîkayê bi helwestekî dîrekt piştevaniya xwepîşandnan bike, hîngê dê generalên leşkerê sûrî têkelî û hisbatên xwe digel rijama Esed di ber çavan re derbas bikin.
Ebdulmecîd dibêje ku helwestê heta nuha Waşîngton û Yekêtiya Ewropayê li hember Sûriyê nîşandayî, daxaz ji Beşar Esed kiriye yan çaksaziyan bike yan jî desthilatê bi cî bihêle.
Ehed Hindî ji rêxistina mafê mirovî bi fikrên cuda li ser vê pirsê dibêje ku leşkerê sûrî ew pêkhateye ku gelek ji rijêmê neraziye:
– Raste hijmareke mezin ji efserên leşkerê Sûrî Elwaî ne, lê piraniya serbazan ne Elewî ne. Serbaz dikarin zorê li fermandarên xwe bikin û wan naçar bikin ku kodetayê li dijî Esed bikin. Herwesa dibe ku fermandarên Elewî ji ji ber siyaste tirsandin û kuştinê bê zar bibin û li dijî Esed derkevin.
Ehed Hindî dibêje ku pêwîstiya xwepîşandanên Sûriyê bi hevkariya civaka navdewletî heye, pêwîste givaştin û cezayên ser Sûriyê berdewam bin ku bibe sedemê revîna hijmareke fermanderên arteşê û duberekî bikeve nav leşkerê Mahir Esed serokatiya lê dike.
Çavkanî bi erebî:
http://aawsat.com/details.asp?section=4&article=623982&issueno=11870