Rojnamevanê brîtanî û pisporê Rojhilata Navîn Robert Fîsk di nîvîsa xwe de ku di rojnameya Independet de belav kiriye dibêje: ‘’Enqere ji ber Esad gelekî derew lêkirine aciz bûye û di egera şerekî navxwe de ji bo rê li ber hatina penaberan bigre dê bikeve Sûriyê û plana dirûstkirina herêmeke tampon dike.’’
Robert Fîsk di nivîsa xwe ya doh de ku serhildanên herêmê dinirxîne, li gor agahiyên ku ji berpirsên tirk wergirtine behsa plana “Herêma Tampon’’ dike ku li Serfermandariya tirk hatiye amade kirin. Fîsk, dibêje Enqere ji bo rê li ber hatina penaberên ku ji Sûriyê werin bigre, difikire di nav axa Sûriyê de herêmeke tampon dirûst bike.
Robert Fîsk, dibêje dê pêşeroja Rojhilata Navîn bê bandora Amerîka bê danîn û hevdîtinên di navbera serokkomarê Sûriyê Beşar Esad û berpirsên tirk de wiha eşkere dike:
– Tirkiye gelekî ji Beşar Esad aciz bûye. Esad soza wê yekê dabû ku dê leşkerên xwe ji kolanan paşdevekişîne, reforman bike û hilbijartineke demokratîk encam bide, lê dû caran soza xwe negirt. Hikûmeta Tirkiyê piştî serhildanê li Sûriyê dest pê kir dû caran delegasyon şandin Sûriyê. Li gor tirkan, dema wezîrê derve Ahmet Davutoglu cara dûyem serdana wî kir Esad derew lê kiriye. Serokê Sûriyê gotibû ku dê ji birayê xwe Mahîr yê ku bi qetlîaman tê tawanbar kirin bixwaze hêzên xwe yên milîs ji kolanên Sûriyê vekişîne, lê ev nekir û kesên îşkence dikirin li ser karên xwe berdewam bûn.
Robert Fîsk wiha dibêje:
– Niha hikûmeta tirkî, ji wê yekê ditirse bê çawa piştî şerê Kendavê yê sala 1991ê kurdên İraqê koçber bûn dîsan tiştekî wiha biqewime. Lewra generalên arteşa tirkî bi şandina çend tabûran bo Sûriyê amadebaşiya dirûstkirina herêmeke tampon dikin. Dê tirk, bo kesên ji Sûriyê jiber qetlîaman direvin di nav welatên wan de herêmeke cihê baweriyê çêbike. Artêşa tirkî wiha plan dike ji Qamişlo bikeve Sûriyê û ber bi Dêrazorê here û bi awayê Bakurê Rojhilat jî li xwe bigre herêmeke tampon dirûst bike. (Rûdaw)