Cîhan

Brian Hook Îran ji Sûriyê vedikêşe

Brian Hook Nûnerê Amerîka taybet yê karubarên Îranê ragihand, Korona Îranê wêran kiriye û eve jî wî welatî neçar kiriye ku ji Sûriye paşvekêşiyê bike.

Li hevpeyvîneke li gel kovara Foreign Policy de Brian Hook got: “Îdareya Donald Trump li wê baweriyê de ye, gelek sedem û pêwîstiyên Îranê hene ji Sûriye vekişê. Ji ber ku Korona wî welatî wêran kiriye, Amerîka agahdarê vekişana taktîkiyaneya hêzên Îraniya ne li Sûriyê da”.

Tê pêşbînî kirin Îran beşek ji hêzên xwe yên li Sûriye vekêşê û ew prose jî peywendî bi tevgerên siyasî yên navçeyê ve heye.

Heman demî de roja çarşema derbasbûyî, Amerîka hejmarek sizayên din li ser (9) kesayetî û kiyanê Îranî da sepand, li diyartirînê wan kesayetiyan, Wezîrê Navxweya Komara Îslamiya Îranê, Abdulreza Rehmanî Fezlî ye.

Back to top button