Nivîsar

Bo çi zelam ditirsin dilê xwe bo regezê mê vekin?

Ew zelamên xwedan aloziyên civakî û derûnî, hez dikin dilê xwe bo jinan vekin. Lê sereray gotinê jî bi goman dikevin û poşman dibin ku dilê xwe vekin, di heman dem da jin gomana wan ret dikin û xwe bi îradeyeka bi hêz dizanin û xwe pitir dil nazik dibînin û ageh ji kêşe û tengaviyan heye.

Her di vê mijarê da şarezayên civakî diyar dikin ku, îrada jinan jî rêjeyê ye, hene yên lawaz û nikarin li ber devê xwe rawestin û nihêniyan bi parêzin, lê hene jî xwedan kesayetiyeka bi hêz û hevalîniyê gelek di parêzin.

Kawar Neşet fermanbere û ji ber gelek hez dike kêşeyên xwe bo regezê mê bêje, çunku pitir ew aram dibe, dîsa rêzê li hestên mirovî digirin. Lewra piraniya caran kêşe û aloziyên xwe bo hevalên xwe yên jin dibêje û bo rojnama Evro got: (jin dil nazikin û boçûnên ciwan hene, lê zêdebarî vê yekê jî hindek caran du dil dibim û ditirsim ku ev hemû bo min bi xirabî bi zivire).

Bawer Seyid, fermanbere diyar kir ku, hindek nihêniyên zelaman hene derûnê jinê nikare biparêze û her kesê goncay dît dê bo bêje û got: (hevdem hezkirina jinê ku nihêniyên xwe bo zelaman bêje di zivire bo sizayên eşayrî yên tundin ewên dibine cihê tirsê bo ewê, çunku her tiştekê gotibe dê koştina wê têda be.

Çunku piraniya nihêniyên afiretan(Jinan) yên viyanê û take kesîne, ji ber hindê kêm caran qebûl dikin ku nihêniyên xêzanî û hevjînî yên wan bihêne belavkirin. Di himberî de zelamî tirsa wê yekê heye ku herdemê nihêniya wî bihête aşikirakirin ew bihayê zelamîniya xwe ji dest da).

Ji aliyekê dîve Serheng Mîrza ku babê pênc zarokane li ser heman babet diyar kir ku, piştî dilê xwe bo hevaleka xwe ya karî vekirî hest bi êşanên derûnî yên mezin dike. Çunku ditirse ew jina mirov nihêniyê bo dibêje carekê belav bike û di nav xelkî da şerma mirovî bibe û got: (hevala min gelek nihêniyên xwe bo min gotîne û ez gelek pê aram dibim û neya bi gomane).

Şarezaya di warê civakî da Muna Ebdulmecîd diyar dike ku, zelam pitir hij ji xwe dikin ji aliyê kesayetiyê û derûnî ve û ew pêtir hest bi belavkirina nihêniyan dikin ji aliyê jinan ve û di tirsin ku kesayetiya xwe ji dest bidin, dîsa jiyanê dikine barekê giran û hizir nakin ku gelek tiştên din hene di jiyanê da baştire ji aliyê jinan ve girîngî pê bihêtedan, anku ne bi tinê ew mijûlî belavkirina nihênî û babetên veşartîne û ew jî hene xwedan îradeyeka bi hêz û dikarin zelaman bi parêzin û xêzanê bi pîrozî bi helsengînin û ew di hestiyarin bo meselên takî û civakî.

Ehmed Salih temer, nivîsere, goman bi tiştekê siroştî da zanîn, çunku her du regez xwedan kesayetîne, evca ne cihê hêbetiyê ye zelam bi tirsin ji ber em civakekê hestiyarîn û pêtir ji reftaran mijûlî axiftinê dibîn li ser her babetekî. Girîngiyê gelek bi warên din nadin û bo Evro got: (jin pitir ya nazik û hestiyare û pitir hest bi êşana gotina nihêniyan dikin û pitir ew dikevne di metirsiyê da).

Berdewamî li ser babetî vekolerê civakî Şerîf Têcir diyar kir ku, ne kêmasî ye zelam dilê xwe bo jinan vekin, ji ber ew jî mirovin û xwedan dil û hestin û got: (tiştekê siroştî ye zelam jî weku jinan bi tirsin û bi goman bikevin, çunku ew jî di civakî dane û di hevpişkin di her babetekî da).

Ehmed Salih got jî: (hebûna baweriyê di navbera herdu regezan da ji pêdiviyane û heke hate ji destdan ne ya bi sanehî ye bi zivire).

Li dûmahiyê perî azad, jineke dibêjit: Hevalên min hemû nihêniyên xwe bo min dibêjin û ez rêzeka taybet lê digirim, çunku her du regez temamkerên hevin di jiyanê da.

Heyfa Doskî

(Ewro)

Back to top button