Civak

23 yemîn salvegera enfalkirina Behdînan

Li gora kanala Kurdistan Tv ragihandî, li bajarê Duhokê bi beşdariya Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalên Kurdistanê, Rayedarên Parêzgeha Duhokê, hijmarek ji Parlementerên Parlementoya Kurdistan û Parlementoya Îraqê û hijmareke din ji nûnerên aliyên siyasî û kesûkarên Şehîd û Enfalan û welatiyên Deverê 23ê saliya Enfal kirina Devera Behdînan û 42 saliya karesata Gundê Sûriya hate bîranîn.

Di destpêka vê merasima han de çendîn peyv û gotar ji aliyên Beşdarwanan ve hatin pêşkêşkirin û bal li ser kiriyarên hovane yên Rejîmên Îraqê kêşandin û daxwaz jî kirin ku, ev kiriyarên han jî li Dadgeha Navnetewî de weke komkujî werin naskirin û hevdem Hikûmeta Îraqê jî qerebûya kesûkarên Şehîd û Qorbaniyên wan karesatên hovane bike.

Di berdewamiya vê merasima han de termên Şehîdên Gundê Sûriya bo Gunda han hatin birêkirin.

Back to top button