
Kompanya Firokevaniya BlueSky ragihand dest bi geştên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya dike û heftane jî sê geştên wan dibe.
Berpirseke kompanya BlueSky ragihand îro dûşem dest bi geştên asmaniyên li navbera Herêma Kurdistan û Almanya dikin û heftane jî sê geştên wan dibe. Demjimêr 17:00 ê îro jî yekemîn firokeya wan digihe Herêma Kurdistanê.
Ehmed Hişyar Birêveberê Firokxaneya Hewlêrê got: “Ji ber ku rêkarên wan nehatine temam kirin, muhleta geştkirinê bi kompanya BlueSky nehatiye dayîn, ew geştên ku dikin jî renge bi hemahengiya kompanyayeke din bê û bi navê wan bi xwe ve nebê”.