Malper Polîtîk Serokayetiyên Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê rewşa welat guftûgo kirin

Serokayetiyên Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê rewşa welat guftûgo kirin

Nîvroya îro dûşem 12/10/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqa Federal civiyan.

Civîn taybet bû bi rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî. Di derbarê rewşa Iraqê de, beşdarên civînê bi xemxuriyê ve li vê barê giran ya darayî û emnî û tendirustiya li Iraqê û Herêma Kurdistanê pêkhatiye dinêrin û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo hengavên Hikûmet û sazî û damezraweyên destûrî yên federalî û ji bo parastina asayîş û aramiya welat, bi taybetî rexsandina keş û hewayeke aram û guncayî ya kar û erkê nûnerayetiya welatên dost û nûnerên navdewletiyên li Iraqê dûpat kirin.

Civînê de encamdana hilbijartina pêşwexta Iraqê guftûgo kirin û piştevaniya xwe ji bo amadesaziyên hilbijartineke serkeftiyane li Iraqê derbirî. Navçeyên kêşe li ser û bi cîhkirina maddeya (140) ya destûra Iraqê, beşeke dinê civînê bûn û amadebûyên civînê li ser berdewamiya guftûgoya çareserkirina hemû kêşeyên wan navçeyan û parastina mafên tevahiya pêkhatan û mîsogerkirina rewşeke guncayî ya pêkvejiyana li wan navçeyan de hevhelwest bûn.

Civînê de piştgîriya xwe ji bo rêkeftina dawî ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan dûpat kirin. Her wiha hemû hewleke guherîna demografiya li navçeyên kêşe li ser red kirin û daxwaz kirin ku Hikûmeta Federaliya Iraqê mekanîzma aramî û asayîşa navçeyên kêşe li ser desteber bike.

Li beşeke dinê civînê de behsa hengavên guftûgoya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û civînê de piştevaniya xwe ji bo hewl û hengavên her du aliyan yên ji bo çareseriya yek cariya kêşe û babetên helawestî derbirîn ku têda maf û hêjayiyên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistan û Iraq bi giştî parastî bin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû, têda behsa wan kêşe û giriftan kirin ku wekî hemû cîhanê li encama belavbûna virusa Korona û pêkhatiye, bi taybetî kêşe û qeyrana darayî. Her wiha civînê de tekez li wê yekê kirin ku ji bo derbasbûna ji vê rewşa dijwar û parastina berjwendiyên xelkê Kurdistanê, pêwîste hemû alî û pêkhatên Kurdistanê şiyanên xwe yek bixin û yekrêz û yekhelwest rûbirûyê vê rewşa hestiyar û egerên paşerojê bibin. Beşdarbûyên civînê şehîdkirina Efserê Asayîşê Xazî Salih Alîxan li tixûbê parêzgeha Dihokê şermezar kirin.

Bê nêrîn

Nerîna min :