Cîhan

Blinken û Fidan li Washingtonê civiyan

Fîdan û şanda pê re li Washingtonê di çarçoveya Civîna Mekanîzmaya Stratejîk de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re hevdîtin pêk anî.

Fîdan diyar kir ku wan heftemîn ji hevdîtinên stratejîk ên ku di sala 2021an de dest pê kiribûn pêk anîn û di vê çarçoveyê de dê her du welat li ser gelek mijarên wekî ewlehî, hevkariya herêmî, mijarên herêmî, bazirganî û enerjiyê gotûbêjan kirin.

Fîdan bal kişand ku di heman demê de gelek geşedanên girîng ên herêmê çêdibin û taybetî kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê diqewimin û got, “Rewşa xerab a li Xezeyê hewce dike ku em bi lezgînî li ser vê mijarê bisekinin. Civaka navneteweyî nikarîbû êşa mirovên bêguneh rawestîne. “Pêdiviya gelê Xezeyê bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye,”

Di derbarê pirsa şerê Îsrail hemasê de got: Ji bo agirbesta Xezeyê niha top li qada Hemasêye.

Blinkendibêje: “Pêdivî ye ku alîkariyên ku derbasî Xezeyê dibin bi bandor li kesên hewcedar werin belavkirin, divê em ji berdewamiya hatina alîkariya bejayî ya ji bo Xezeyê rewşa niha berfirehtir bikin.”

Wezîr Fîdan paşê li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Alîkara Serokomarê Amerîkayê Kamala Harris Phil Gordon kir.

Back to top button