Polîtîk

Ez li dijî hemû cureyên hevkariyê li gel DEMê me

Wek têzanên ji bo hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, CHP û DEMê bi navê li Hvhatina Bajara tifaqek pêkanîne. Ev jî wek berê tifaqî nehiniye. Taybetî ji bo Stanbolê ev pêkanine. Ji xwe berbijêrê CHPê û şeredarê Stanbolê Ekrem Îmamoglu vekirî dibêje, Ev tifaq ne ya CHPê ye ya wî û DEMê ye.

Taybetî piştî daxûyaniyên Mustafa Karasu û Besê Hozat ya ku, vekirî ferman dan DEMê ku pişgiriya CHPê bikin, ev yek hem di nava CHPê û hem jî di nava DEMê de bvû babetek a minaqeşeyan. Di nava CHPê de kesên li dijê tifaqa li gel DEMê vekirî dîtinên xwe dibêjin. Lê di nava DEMê de taybetî parlementer û berpirsên DEMê yên li dijê vê Tifaqa Nehinî newêrin devê xwe vekin. Ji ber ku ferman ji Qendil hatiye. Selahattin Demirtaş li girtigehê de niha bêdeng kirin û tu daxûyaniya nade.

Piştî Cîgirseroka Koma CHP’ê û berbijêra şeredariya bajarê Afyonê Burcu Koksal ku, gotibû: Deriyê me ji her partiyekî re vekiriye ji bilî DEMê. Şaredara Boluyê ya CHP’ê Tanju Ozcan jî got, “Ez bi endamên DEM’ê re liheman kolanê de rêvenaçim, li dijê hemû cureyê hevkariya li gel DEMl me.

Ozcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Sözcü TV de wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku divê ti hevkariyek bi Partiya DEM’ê re neyê kirin. Tiştekî wiha li Boluyê bi her awayî çinabe û nabe. Dibe ku yekî din cuda bifikire, Partiya Komarî ya Gel jî dibe xwedî ramanên cuda.

Terciha min ewe ku, ez bi endamên DEM’ê re li heman kolanê de rêvenaçim. Tu karê min bi kesên ku bi neteweperestiya etnîkî re mijûl dibin re nîne.”

Back to top button