Polîtîk

Galîp Ensarîoglû: Hun parlamenterên DEM’ê li ser rê bibînin nas nakin

Ensarioglu di vekirina buroya hilbijartinê ya AK Partiyê ya li Hanî(Hêne) ya Diyarbekirê de axivî û rexne li parlamenterên DEMê girt û got: Her çiqas ez di meclisê de wezîfedar im jî, ez tenê du-sê parlementerên wan nas dikim, Hun kolanan wan bibînin, nas nakin firsendê nedin  ku we bixapênin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya vekirinê buroya hilbijartina AK Partiyê ya Hêne kir.Parlementerên parêzgehê, endamên rêveberiya partiyê, namzetê Şaredariya Bajarê Mezin, namzetên navçeyên Diyarbekir û rêxistinên partiyê beşdar bûn.

Namzetê Şaredariya Hêne Mehmet Fatîh Kayhan bi Kurdî(Kurmancî-Zazakî)û Tirkî axavtina xwe kir û spasiya xelkê kir.

Kayhan di axaftina xwe de diyar kir ku ew di her şert û mercî de ji bo navçeya Haniyê ya ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye,  kêfxweş e û diyar kir ku yekane xeyala wî xizmeta navçeyê ye.Kayhan beşek gotara xwe de got: Zihniyeta ku bi xwîn, êş û hêstiran dixwe, yê ku tevî netew têgihiştina siyasetê dipejirîne, di bin talîmatan de kar dike û hewl dide pêşeroja ciwanên me bidizin.

Parlementerê Diyarbekir Galip Ensarioglu jî axavtinek kir û got: Dengê xwe nedin kesên ku hûn nas nakin û nikarin pirsgirêkên xwe ji wan re bêjin.

Galîp Ensarîoglû ku piştre di nûçeya Amîda Newsê re axivî, parlamenterên DEM’ê sûcdar kir û wiha got: “Tu xemên wan ên weke xizmet, netewe û kurdayetiyê tune ye. Ev zîhniyeta ku bi salan e bi îstismarkirina hestên mirovan rola mexdûriyetê girtiye ser xwe, ji bilî mexdûrkirina gelê me tu feydeya vê civakê nekiriye. “Tevî ku ez di parlementoyê de wezîfe dikim jî, tenê du-sê parlenterên  wan nas dikim. Ger we wan li kolanan bidîta hûn wan nas nedikirin. firsendê nedin wan ku we bixapînin.”

Di berdewamiya axaftinê de behsa daxûyaniya namzetê DEMê ya Diyarbekirê kir. Namzeta  DEM’ê Serra Bucak li ser hesabê xwe yê Xê wiha gotibû: “Em hem dijminên hebûna dewletê hem jî yên malbatê ne. Dixwazin bê zayendî hebe. ” Ev dijminên her tiştê ku di adet û baweriyên me de hene.

Back to top button