Başe go em nebûne qijnik

Çi bi destê dijmin û neyaran be, çi bi destê brakuj û xwefiroşan be, çi jî bi destê bêbext û xiyanetkaran be, mexlûqatê insên Kurd xistine ber sikrata mirinê.
Nûrî Çelîk
Pilingek li daristanê digere û rastî pisîkekê tê. Piling li pisîkêdinere, pisîk li piling dinere, herdu li hev matmayî dimînin.Piling xwe bi xwe dibê, “siphanallah, ev mexlûqat çiqasîdişibe me. Gelo ne ji qewmê me be? Erê em piling mezin in, bi qewet in, lê ev mexlûqatê ku dişibe me çima wilo piçûkmaye?“ û diponije.
Piling ji bo vê meraqê ji dilê xwe derxe, diçe cem pisîkê û jêdipirse:
-Filankes, tu dişibî me, ez dibê tu ji qewmê me pilinga yî. Lêçima tu wilo pirtosekî û piçûk mayî?
Pisîk keserekê dikşîne û dibê:
-Raste, ez ji qewmê we pilinga me, em pismamên hev in. Lêmexlûqatek heye nave wî însan e, aha wî însanî ez xistime vîhalî.
Piling aciz dibe û dibê:
-Ka wî mexlûqatê însên pêş min bike, ezê heyfa pismamê xwejê hilînim. Ez sax û nemirî û insan pismamê min têxin wî halî, ez qebûl nakim…
Pisîk dide pêşîya pismamê xwe yê piling û diçe nav erd, cotkarekî pêş wî dike û dibê, “aha ew mexlûqatê ku jê re dibêjin insan ev e“.
Piling bi bez diçe cem ê cotkarî û jê re dibê:
-Ev ê ku tade li pismamê min kiriye û ew kiriye vî halî tu yî?
Cotkar dibê erê ez im.
Piling dibê, “naxwe wek mêran dakeve meydanê, ezê heyfapismamê xwe ji te hilînim“.
Cotkar dibê:
-Temam. Lê divê ez herim malê şûr û mertalê xwe bînim, destvala şer nabe.
Piling dibê:
-Temam, here bîne ezê li vir li bendî te bim.
Cotkarî dibê:
-Ez bawerîya xwe bi te naynim, ditirsim heta ez herim û bêmtu birevî.
Piling:
-Êêê, çare?
Cotkar:
-Ezê te bi darê ve girêdim, ji bo heta ez bêm tu nerevî.
Piling qebûl dike, bi cotkar bahwer dike.
Cotkar wî bi darê ve qenc girê dide û berê xwe dide gund. Çiqas kûçikên har li gund hene teva dide dû xwe û wan beraser serê piling dide. Kûçik li piling vedihewin, bi lêdan û devlêkirinê wî ji eyarekî dixin eyarekî din û wî dixin halêmirinê. Piling sikratan dike û ha bimre û ha bimre.
Pisîk tê ser serê piling û dibê:
-Pismam tu çawayî?
Piling bi dengekî mirî lê vedigerîne:
-Pismam, şikir bike ku tu di destê mexlûqatê însên de wekpisîk mayî, başe go tu nebûyî qijnik…
Werhasilî kelam, serpêhatîya piling wek serpêhatîya me ye.
Em Kurd jî wek piling û pisîkê me ji destê mexlûqatê insên pirkişandiye. Çi bi destê dijmin û neyaran be, çi bi destê brakuj û xwefiroşan be, çi jî bi destê bêbext û xiyanetkaran be, mexlûqatê insên Kurd xistine ber sikrata mirinê.
Lê şikir ji xwedê re. Ji qewla pilingê reben ve, divê em şikirbikin ku em wek xwe mane û di destê mexlûqatê insên de nebûne qijnik wesselam….