Polîtîk

Biryara wanTirkiye hejand

Îro êvarî serfermandarê hêzên çekdarê Tirkiye Orgeneral Işik Koşaner  dest ji karê xwe kişa. Di daxuyaniya ku serfermandarê Tirkiye Koşaner balavkirî de, tenê dibêje ku, li ser pêwistiya ku hatî dîtin min ji dev hemû desthilatdariya xwe berdeya û îstifa xwe ragihandiye. Piştî Koşaner, serfermandarê hêzên erdî Orgeneral Erdal Ceylanoglu,serfermandarê hêzên deryayî Oramiral Ugur Yigit û serfermandarê hêzên ezmanî orgeneral Hasan Aksay jî dev ji kar berdan û îstifa xwe ragihandin.

Di dîroka hêzên çekdar yên Tikan de ev cara yekêye ku ev dibe.

Wek tê zanîn hersal 30-ê Tebaxê Şûra Leşkerî ya Bilind dicive û li ser rewşa fermandaran û hêzên çekdar biryara didin. Dawiya meha Tebaxê  fermandarê hêzên Deryayi û fermandarê hêzên ezmanî teqeût dibîna.

Lê fermandarê hêzên Cendirma îstifa nekiriye. Li gora prosedûra heyî gerek fermandarê hêzên Cendirma Orgeneral Necdet Ozel bibe serfermandarê hêzên Çekdarê Tirka. Herweha li gora hinek agahdariyan ji berî civîna Şûra Leşkerî ya bilind hukumet û leşkera li hevnekirine û ji bo van nakokiyên peyda bûyî Koşaner û tim a wî îstifa kirin.

Back to top button