Bîranîna çend seydayên hêja

 

Salên 1960/70yê da, bi taybet li Kurdistana Bakûr, di warê kurdewarîyê da navên ehlê medresan li pêş bûn. Wê demê xwendevanên zangoyan bi giranî çep diristan, beşeke hindik jî weke Faiq Bucaq, Şewket Binbaşi, Ziya Şerefxan, Şerefeddin Elçî, Eli Dinler û çend kesayetîyên din welatparêzîyê dabûne pêş. 

Wê demê navên Melayên Kurd û welatparêzîya wan moralê me xweş dikir û li hafa gelê Kurd – bi taybetî evên olparêz – weka ku li gora sistema islamê jî em mafdar in dihate pejirandin. Ku we rastî bêvê, pêwîst e ku bibêjim, em kesên ku me bi taybet di salên 60ê da kurdîtî dikira, him xwendevanên zangoyan û him jî ehlê medresan pêşîya me vedikiran û mesela Kurd, li gora dîn û bawerîya İslamê û li gora heq û hiqûq û mafên insanî yên dinya nûjen û pêşketî, weka dozeke rewadar dixistane serê Kurdên wî zemanî.

Şêx Ubeydulla yê Nehrî, Şêx Şabeddîn, Şêx Seîd Efendî, Şêx Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza yê Dêrsimî û hereketên hemû Şêx û Seyidan bibûne dîrok. Her weka ku Şêxan piştî Şêx Seid Efendî wezîfa xwe qedandibûn, ji sala 1880 yê heya 1938ê, 58 salan berxwedanan domandıbûn, serên xwe di ber doza mafên milletê Kurd da dabûn û li mala xwe runiştibûn. 

Komara Kurdistanê ku di binê serokayetiya Qazî Mihemed da hate avakirin, ne li ser navê Şêx û Beg û Axan be jî, bejdarên vê komara ezîz û xemdêr ji şervanên Barzaniyan bigre heya ronakbîrên Xoybonê Kurdên çar perçan iştiraq kirin û Mela Mistefa Barzanî bi vê bejdarîyê mora xwe li dilê hemû Kurdan xist.

Ku ez weka wê demê, wî zemanî ifade bikim; gava Mela Mistefa di payîza sala 1958ê da ji Urisatê dageriya hate Îraqê, hejêneke kûr li herçar perçên Kurdistanê da, bayê rizgarîxwaziya Kurdan gurr û dilê wan geş bû. Mela Mistefa bi navê ‘General Molla Mustafa Barzanî’ hate naskirin. Generaliya wî jêra dibuya misyona şervanî û serkeftinan, Malayîtî ya wî ew bû ku hiqûqnaseke İslamî ye û seyda ye, mamosteye û zana ye… Wê demê me digota “- Muhemmed Mistefa Ereban rizgar kir, Mistefa Kemal Tirkan rizgar kir, Mela Mistefa jî wê Kurdan rizgar bik e.” Hema roja pêşîn ew mohra 1946’an ku li dilê me ketibû vebû û ew qehremanê Kurd yê sedsala bîstan bo me bû hêvî û guman.

Ji ber ku di wan salan da Melayên Kurdistanê hê neketibûne binê bandora qadro û meaşan, di salên 60’i da, hema bêjim hemî mela û feqî ketine peyî hêvî û gumana Generalê Mahabadê. Her çendî ku Mela Mistefa birayê Şêx Ebdisselam û Şêx Ahmed yê biçûk be jî, tû kesî navê şêxanîyê li Mela Mistefa nekir. Mela û şagirtê medresan di wan salan da helbestên Seydayê Cegerxwîn jiber dikiran û bi şev û roj propaxanda Mela Mistefa û Kurdewarîyê dikiran.

Ev Feqî û Melayên wê demê bi sedan, belkî bi hezaran bûn, Ji ber xweva, heryek weka milîtaneke profesyonel bi ayetan, bi hedîsan, bi gotinê Ahmedê Xanî, şîretên Melayê Cizîrî û çanda ku li gora orf û adet û zimanê zikmaki ku di medreseyên Kurdistanê da perwerde bibûn, bi vê çandê Kurdistaniyan şiyar dikiran. Ev şiyarkirin ne tenê dewleta dagirker disilkanda û ditirsanda, her waha gelek şirîkên wan zaliman ku bi navê şêx, axa, siyasetvan, ticcarên mezin û xwefiroşan vê şiyarîyê ji bona pêşerojên xwe weke xetere dîtin û beranber vê doza mafdar û rewa derdiketan. 

Di wê rewşa wê demê da, divê ku em navên çend Melayên qedirbilind yên ehlê Medreseyê bînin ziman û wana bîrbînin.

Ev sala ku em têda – sala 2012 yê – me 4 Seydayên hêja yên weka Mela Hemdi yê Sersingî, Mela Hiseynê Marûnî, Mela Ebdillah Varlıyê Erdişi û Mela Ebdirrehman Durre yê Melazgirî windakir. Ev herçar ilımdar, xebatkar û fedekarên xizmeta rêbaza azadiya welat û miletê xwe yê mezlûm û bindest bûn. Cîyên wan cennet be. Bi minasebete ku me navên van mamosteyan anî ziman, em navên çend seydayên hêja jî dûbare bikin:

Mela Ebdillayê Timoqî, Mela Zekî yê Xerzî, Mela Ebdirehmanê Licêyî, Mela Eladîn Laçînê Kosorî, Mela Mihemed Sadiqê Melazgirî, Mela İsmetê Tetwanî, Mela Ebdulsemed Irgatê Hîzanî, Mela Emer Dönerê Şehîd ji Hizan, Mela Nureddin Baksi ji Bedlîsê, Mela Mehmed Haqî yê Tîrimî, Mela A. Baki (Mela Midûr) û gelekên din ji van mamosteyên hêja, hemu jiyana xwe dane xizmeya mafên Kurd û ji vê dinya fanî barkirin. Miletê Kurd ked û xebata wana jibîr nake û Mela û Medrese di her delavî da rola xweya misbet leyîstîn e, hewcedariya Kurdan bi cehd û ked û xebat û duayên ehlê medreseyên pîroz her hebuye û her hey e … 

Cîyê hemuyan cenneta rengîn be… Xwuda me bi ber duayên wan ezîzan bixe… 

 

14.10.2012 – Hewlêra Paytext

Şakir Epözdemir 

 

( Platforma Neteweyî )

Nerîna min :