Polîtîk

870 mîlyon mirov bi birçîbûnê re têdikoşe

Li bajarê Îtalya li Romayê, bi minasebeta Roja Xurekê a Cîhanê a Neteweyên Yekbûyî (NY), Gerînendeyê Giştî yê Teşkîlata Çandinî û Xurekê yê NY Jose Graziano Da Silva civînek lidarxist. Di civînê de diyar kir ku, mijara xurekê a îsal a cîhanê wê “Rê û rêbazên cîhan têrkirinê û koopratîfên çandiniyê” teşkîl bikin. 

Di daxuyaniya xwe de Silva, îfade kir ku, ew bawer dikin ku, bi piştgirî dayîna hilberînerên biçûk yên çandiniyê û bi kooperatîfbûnê, wê karibin bi birçîbûnê re li ser rûyê erdê têbikoşin. Dîsa Da Silva anîye ziman ku, di nav 30 salên dawiyê de, li cîhanê qada çandiniyê kêm bûye. Çimkî, hilberînerên biçûk yên çandiniyê, li dijî hişkayiyê û maliyetên ku her diçin zêde dibin, nikarin bisekinin.   

Di berdewamiya axaftina xwe de Silva dibêje, li ser rûyê erdê, îro 870 mîlyon mirov, sirf bona ku karibin zikê xwe têr bikin, bi birçîbûnê re têdikoşin. Li parzemîna Efrîqa û li Rojhilata Navîn, di nav 20 salên dawiyê de, hejmara mirovên ku bi birçîbûnê re têdikoşin zêde bûye û her sal zêdetir dibe.

Ji aliyê din, raportorê taybet yê mafê xurekê yê Neteweyên Yekbûyî Oliviera De Schutter bibîr dixîne ku, li cîhanê herî kêm 1.5 mîlyon mirov, qasî ku kare li ser ev mirovana bandoreke psîkolojîk û derûnî peyda bike, bêxurek dimînin.   

Back to top button