Polîtîk

YE: Berteka Tirkiyê em xemgîn kirin

Endamên Parlemena Ewrupa Andrew Duff, Jurgen Klute û Libor Roucek, berteka Tirkiyê a li hemberî Rapora Pêşveçûnê a YE’yê nirxandin û îfade kirin ku, bertekên Tirkiyê yên tund yên li hemberî raporê, em xeyalşkestî kirin.

Alman Jurgen Klute, helwesta serokê komisyona makezagonê a meclîsê Burhan Kuzuyê ku rapora YE’yê avêtibû çopê, wiha nirxand: Bertekeke gellekî ku em xemgîn kirin e. Çimkî pêwiste ku helwesta komisyona makezagonê ne bi vî reng be.

Parlementerê Brîtanî yê Partiya Demokrata Liberal Andrew Duff jî, li hemberî berteka Tirkiyê nerehetiya xwe anî ziman û diyar kir ku, ma pêwiste em ji vê helwesta Tirkiyê çi derxînin, ma Tirkiye ji rexneyên siyasî azade ye gelo, an Tirkiye giringiya yekitiya Ewrupa baş seh nekiriye.

Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupayê yê berê Libor Roucek jî, di derheqê bertekên Tirkiyê yên ku li emberî rapora pêşveçûnê a YE’yê nîşan dabûn de daxuyanî da. Roucek, li ser giringiya naveroka makezagoneke nû sekinî û îfade kir ku, ew ê tenê ne li naverokê, li kesên ku beşdarî xebatên amadekirina makezogonê bûne jî binêrin. 

Hefta çûyî, rapora bi navê “Rapora Pêşveçûnê a Yekitiya Ewrupa” a di derbarê endamtiya Tirkiyê a YE’yê de, ku li gorî pîvanên YE’yê, Tirkiyê çi pîvan bicîh anîne û neanîne dinirxîne hate weşandin. Ji ber ku di raporê de di gellek mijaran de û bi taybet jî di pirsgirêka Kurd û binpêkirina mafên Kurdan de Tirkiye rexne dikir, ji aliyê rayedarên hikumeta dewleta Tirkiyê ve bi awakî tund bertek hate nîşandan.

Wezîrê ku berpirsyariya YE’yê dike anîbû ziman ku, ew ê  rapora xwe bi xwe binivsînin. Dîsa serokê komisyona makezagonê Burhan Kuzu jî, li ber kamerayan, rapora YE’yê avêtibû çopê.

Xeynî endamên PE’yê, gellek beşên demokrat, ev helwesta hikumetê a li hemberî raporê rexne kiribûn. 

Back to top button