Bîranîn hesta ji nû ve jîyînê ye

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi minasebeta bîranîna qetilkirina Seyîd Riza daxûyaniyek belav kir.BÎRANÎN HÊSTA JI NÛ VE JÎYÎNÊ YEDewleta hov a Tirk li hember Kurdan gelek jenosîdan pêk anî û gelek pêşengên miletê Kurd qetil kir. Seyîd Riza yek ji wan Rêberan/pêşengan e û jenosîda Dêrsimê jî yek ji wan jenosîdan e.Bi qetilkirina Seyîd Riza dewleta Tirk a hov careke din nîşan da ku li hember miletê Kurd tu sînoran nas nake. Ew qas çavkor e ku zagonên xwe jî nas nake. Loma emrê Seyîd Riza biçûk kir û emrê lawê wî jî mezin kir û wan qetil kir.


