Îroj

Seyîd Riza di bîra me de ye

 Serokê Serhildana Dersimê Seyid Riza (1862 Dersim – 1937 Elezîz)Serokê serhildana Dersimê Seyid Riza ji berî niha 74 salan hate darvekirin.Seyid Riza li ber sêdarê ji celadên rejima Kemalist re got:“ Evladi Kerbelayimi, Be gunayimi, Ayibo Zulimo, Cinayeto ““ Min nekarî ez behsa derewên we bikim, ev ji min re bû derd. Lê min jî xwe li himber we netewand bila ev jî ji we re bibe derd. “Seyîd Riza  serokê serhildana Dersimê ji berî niha 74 sala bi awayek nehînî li bajarê Elezîzê li gel 10 hevalên wî hatin darvekirin.Li gorî hin çavkaniyan 15-ê mijdarê û li gorî hineke din, rêveberiya tirk 17-ê mijdara 1937-ê Seyîd Riza û 10 hevalên wî, tevî kurê wî yê biçûk, li Elezîzê darvekirin…Piştî dardekirina Seyîd Riza û hevalên wî, hêzên çekdarên Tirk li herêma Dersimê dest komkujiyê kirin û Dersim kirin gola xwînê.Dewletê hemi awayê hovîtiyê li Dersimê karanîn.Dewleta ji bihara 1937-ê heta bihara 1938-ê li devera Dersimê zêdetirê 50 hezar kurd qirkirin. Herweha sedê hezaran kurd ji Dersimê derxistin û berê wan dan sergomê.Em 74 saliya darvekirina serokê serhildan Dersimê Seyîd Riza cardin dewleta kemalist çermezar dikin û Seyid Riza û hevalên wî bi rûmet yad dikin.Heta niha cihê mezarê Seyîd Riza û havalên wî nayê zanîn. Ev jî tirs û hovitiya dewletê dide nîşandin. Rojevakurd 

Back to top button