
Xwediyê kompanya Microsoft dibêje çar sal berê ji Donald Trump re gotiye agahdar be dibe ku virusek serî hilbide û te têk bide, lê belê Trump guh neda min.
Hişyarî û pêşbîniyên Bill Gates ne cihê balkêşiyê ne, ji ber ku ew milyardêr û damezrênerê kompanya mezina Amerîka çendîn sale gotiye: “Eger tiştek hebê li salên pêş de 10 milyon kesan zêdetir bikujê, ew nexweşiyekê veguhestiyê ye, neku ceng û mûşekane.”
Gates ku niha xwediyê 106 milyar dolare, li çalakiyeke TED ya sala 2015 an da vê gotina xwe ya navdar pêşkêş kir û got qeyranek serhildide, piştî belavbûna Korona ev gotinên nûkirî bûne sedema axaftin û sohbetên torên civakî.
Gates wê demê got: “Em ne amadene rûbirûyê şewb û viruseke paşerojê bibîn.” Her wiha got sedema wê jî eweye pereyekê zêde li çekê atomî tê xerc kirin û li rastiyê da pereyekê gelek kêm me li sîstemekê rawestandina virusan de xerckiriye.
Milyardêr Gates 64 saliye mixabin ku kes guhê xwe nedayiyê û dibêje: “Hest bi nerehetiyê dikim û hemû hewlên min ji bo ewe bû ku kirdarek hebê da ku wan ziyanan kêm bikîn .”