
Peyama Serok Barzanî li salvegera şehîdkirina Leyla Qasim
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurde ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.
Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevalên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê…
Mesûd Barzanî
12.05.2020