Nivîsar

Wîjdan

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro xwe rihet hîs nake û nexweş e jî, wîjdana wî, wî rehet nahêle. Lewra karker û mesûlên weşanxaneyê cî veqetandine, lê kes nehatiye. Bi vî awayî kîtab û fuar li ser wîjdana nivîskar mane.

Seet 14,00an de ew radibe, li erebeya xwe sîwar dibe û diçe depoya ku qismek kitêb li wir in. Li wê derê ew û nivîskarekî din şeş kolî kitêban dikin erebeyê û berî xwe didin navenda fuarê. Li wir surprîz li dû surprîzê heye: Organîzatoran ref amade nekirine û her tişt li hêviya weşanxaneyan hiştine. Herdu nivîskar ji vê re jî dibêjin erê û dest pê dikin, hesinekî ji vir, refek ji wir, nigek ji aliyê din peyda dikin.

Li dû gelek seetan bingeha ji hêla refan tam hatiye danîn, mêze dikin, lawê yek ji organîzatoran tê, dibêje: “Ez vê nigê refê ji vir dibim standeke din; hûn ji xwe re yekî din binîn“. Êêê… Nivîskarê me Kurd e, înata wî înat e. Ma ew ê serî dayne. Ji xwe hetanî wê demê ji nivîskariya wî tu tiştekî nemaye. Nivîskar û organîzator hevdû dibin û tînin. Di dawiyê de êdî sirf qêrîn û hêrs dimîne. Nivîskar bi înat û hêrsê nig jê diparêze û çoyê xwe di binê çoyê wî re nake, lê manşetek ewha jî di serê wî re derbas dibe: “Kitap fuarında yazar ile organizatör arasında çıkan kavgada…”

Li dû vê teşqeleyê îcar herdu nivîskarên Kurd, ku sê roj şûnda li eynî mekanî wek axaftvan û îmzekêr in, li erebeya xwe sîwar dibin, diçin depoyeke din. Li wîr jî ew 12 kolî pirtûk (hinin ji wan 10 kîlo, lê pirranî ji 30 kîloyî girantir in), li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Ji ber ku depoya weşanxaneyê li welêt teng e, wan gelek kolî kitêb şandine. Û qismeke din dîsa li depoyê ne. Ew dorimek din jî dikin; îcar li dora 10 kolîyên giran li erebeyê bar dikin, tînin fuarê. Di rê de ew li ser dorima sisêyan munaqeşe dikin.

Seet li dora 18.00an e, sibehê fuar dest pê dike. Berspirsiyarên weşanxaneyên din ji welêt hatine; kar û haziriyên xwe kirine. Nivîskarên me li wan mêze dikin, li seetê mêze dikin, li berhemên xwe mêze dikin… Em ê dîsa dereng bimînin – weke gelek car ji caran. Dîsa ferqiyet – 1453 û 1925!

Herdû vê kartonê-wê kartonê vedikin… Vir de rêz dikin, wir de rêz dikin… Vê koliyê bilind dikin, wê koliyê bilind dikin. Na nebû, maseyeke din jî lazim e… De were vanan hemûyan dehf bide. Ha li alîyê din jî 19 kolî kitêb hene. Ew jî wê rojê bi tirê hatine. Ka were em wan jî (li xwe) bar bikin, bînin vir.

Seet 23.25 e. Anonsek wan hişyar dike: “On bir buçuktan itibaren kapılar kapanacağından, çıkma olanağı olmayacaktır.” Herdu li hev mêze dikin û dibêjin, “îcar ev ji me kêm e. Me her tişt ji bo kitêbên xwe kiribû, lê me qet bibîr neanîbû, ku wan wek doşek bikar bînîn“.

Lê ji xwe taqet jî êdî di wan de nemaye. Pî û pişt dane berhev. Yek dibêje ez zêde diêşim, yê din dibêje, na lo, tu mubalexe dikî. Min ji te zêdetir kar kir, loma ez zêdetir westiyam. Hustî bi mehzûn li wan mêze dike, ku qerimîna wî nayê bîra kesî.

Herçiqas fikra kitêbên xwe bikin doşek, fikreke Aziz Nesinî ye jî, ew dev jê berdidin û berî xwe didin malê.

Rê dûr e. Birîn kûr e.

Nivîskar, hevalê xwe datînê mala wî. Bi rê de behsa programê û axaftinan dikin. Nivîskar şukir dike, ku tarî ye – sorbûna rûyan xuya nake. Ew seet di 00.30an de xwe dighîne malê. Zar û zêç di xew de ne; kuxika lawê piçûk jîyanê tîne bîra wî.

Roja ku wî wek mamoste dest pê kiribû, êvarê wek nivîskarek diqediya. Di nava rojê de ew çi bû, wî nedizanî yan jî nedixwest navekî lêbikira. Lê wî navekî li nivîskariya Kurdî kiribû jî: Nivîskarê Kurd pirralî ye.

Abdullah İncekan

Rojnameya Duvar

Back to top button