Bila Bayik şovê neke herê Rojava şer bike
Berpirsê pêwewendiyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî li gel rojnama Awane hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê de Hewramî bersiva pirsên li ser rewşa Kurdistanê û pêwendiyên PDKê kir.
Herweha Hêmin Hewramî hinek tişt jî zelal kirin. Hewramî di derbarê pêwendiyên partiya xwe û Tirkiye de got: Em li ser sê bingehan peywendiyan ligel dewletan dideynin. Ew jî nirx û esasen hevbeş in. Em li gor berjewendiyên Tirkiyê siyasete nakin. Em li gor berjewendiyên Kurdistanê û gel siyaseta xwe dikin.
Hewramî behsa pêwendiyên partiyên Kurdistanî û beşên din kir û got: Ez daxwazê ji aliyên Kurdistanî dikim ku bi aqliyeteke herêmî nêzîkî pirsa Kurd li parçeyên din nebin. Her kes û aliyek azad e peywendiyan bi parçeyên din ên Kurdistanê re deynin, lê baweriya me ew e ku li parçeyên din, Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê mafê xwe bi dest bixin. Ez ne bawer im ku di warê stratejîk de di navbera PDK, YNK, Tevgera Goran û partiyên Îslamî de cudahî hebe.
Di derbarê êrîşên DAÎŞê li ser Kobanê jî Hewramî behsa rolê serok Barzanî kir û got: PKK û PYD baş dizanin bê rola Serok Barzanî, Herêma Kurdistanê û desthilata Kurdistanê çi ye di şerê dijî DAÎŞ’ê de li Kobanê û herêmên din ên Kurdî li Rojava. Barzanî bi lez û dilsozane hewl da û PYD’ê jî bes daxwaza çek û pêdiviyên leşkerî ji me kiriye lê daxwaza şandina hêzê nekiriye. Navenda operasyonan li Hewlerê ya hevbeş ya Wezareta pêşmerge û hevpeymanan li ser fermana Serok Barzanî peywendî bi PYD û YPG’ê re danî û bi vî awayî operasyonên esmanî li Kobanê tên kirin. Koordîne rojana di navbera Pêşmerge û YPG’ê de heye, ji bo karibin DAÎŞ’ê li Kobanê û derdora wê bombardiman bikin. Me çek û teqemenî dan YPG’ê ji bo şerên Tilkoçer û Kobanê. Me ne ji bo show an minetê li kesî bikin ev alikarî kir.
Dawiya hevpeyvîna xwe de Hewramî behsa helwesta KCKê û daxuyaniyên Cemil Bayik jî kir û got: Em ne hatine wek Cemil Bayik li ser medyayê bêjin divê Herêma Kurdistanê çek û Pêşmerge bişîne. Baş e Cemil Bayik 5 hezar gerila li QendÎl sekinandine, bila bêje ka çima sekinandine. Eger rast e, pêwist bû herî kêm 3 hezar gerila bi rêya Rebîe bişandaya Rojava û li Kantona Cezîre eniyek li himber DAÎŞ’ê vebikira. Çima 5 hezar gerila li Qendîlê ne û çima naçin? Ma niha çidikin li Qendîlê ? Ji dêlva Bayik derdikeve showê dike, bila gerila bişanda Rojava heta niha li benda çi sekiniye.”